Jinên Tîrêjên Rojê berxwedana grêva birçîbûnê slav kir

Insiyatîva Jinên Tîrêjên Rojê berxwedana grêva birçîbûnê slav kir, li dijî faşîstan gelek çalakî kir.

Jinên Tîrêjên Rojê ragihand ku ew girêva birçîbûnê ya girtiyên PKK'yî û PAJK'î ku 27'ê Mijdarê dane destpêkirin slav dikin û ragihand ku yekîneyên wan bi çalakiyan grêva birçîbûnê slav kirine.

Insiyatîvê ragihand ku yekîneyên wan 29'ê Mijdarê li Hendek ya Sakaryayê fabrîkayeke plastîkê û nalbûrê, 30'ê Mijdarê jî li Çayiroava a Kocaelî febrîkayeke qumêş û 3 wesayitên fabrîkayê şewaitandin, 1'ê Mijdarê jî li Bahçelîevler a Stenbolê 4 wesayit, li Kuçukçekmece jî 3 wesayitên lûks û markêtek şewitandine.

Bi berdewamî hate gotin 2'yê Kanûnê li Haramîdere ya Stenbolê otopark û 7 wesayitên nîjatperstên Tirk hatine şewitandin, 3'yê Kanûnê li Buyukçekmece li dijî wesayita tîmên taybet ên Tirk bi teqemeniyên destan û fîşekên hewayî çalakî kirin, polîsên Tirk birîndar bûne û ziyaneke mezin gihaştiye ser wesayitê.

Insiyatîvê herî dawî ragihand yekîneyên wan li Malkara ya Tekîrdaxê jî fabrîkeyeke îlacan a nîjatprestekî Tirk ê AKP-MHP'yî û 2 wesayitên fabrîkayê şewitandine.