Jinên Kurd û Tirk ên li Fransayê: Em ê dengê xwe bidin HDP’ê
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Fransayê dijîn gotin di hilbijartinan de wê dengê xwe bidin HDP û Selahatîn Demîrtaş.
Jinên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Fransayê dijîn gotin di hilbijartinan de wê dengê xwe bidin HDP û Selahatîn Demîrtaş.
Jinên kedkar û karker ên Kurdistanî û Tirkiyeyî yên li Fransayê dijîn ji bo hilbijartinên ku wê di 24’ê Hezîranê de pêk bên deklarasyonek weşandin.
Jinan di deklarasyonê de bal kişandin li ser gotin û pêkanînên AKP’ê yên nijadperest û zayendperest û gotin, ‘Em ê dengê xwe nedin AKP’ê!’
'JI BO AVAKIRINA JIYANEKE AZAD Û WEKHEV...'
Jinan di deklarasyonê de bal kişand li ser pêkanînên komkujer û gotin ku her kesê li dijî AKP’ê derdikeve, digirin dixin zindanan. Lewma pêwîste her kes piştgiriyê bide HDP’ê
Jinan anî ziman û bang kirin; "Divê bi lezgînî rêveberiya yek zilam û yek partiyê bê rawestandin. Lewre divê HDP barajê derbas bike. Ji bo her kesê ku aligirê jiyana azadî û wekheviyê ye divê ji rejîma yek zilamî re bibêje “Na” û dengê xwe bide Selahatîn Demîrtaş û HDP’ê.