Jinên KESK’î ji bo ‘xeta têkoşînê bihûnin’ civiyan

Jinên KESK’î ji bo ‘xeta têkoşînê bihûnin’ civiyan

Meclîsa Jinan a KESK’ê li dijî şer, êrîş, kedxwarî û cînayetên li dijî jinan bi dirûşma “xeta têkoşînê bihûnin” civîn li dar xistin.

Meclîsa Jinan a KESK’ê ji bo ku li dijî şer, kedxwarî û cûneyatên li hemberî jinan “xeta têkoşînê bihûnin” 4’emîn Civîna Meclîsa Jinan a ku 2 rojan bidome li Navenda Giştî ya Egîtîm Sen’ê kom bûn. Civînê bi pêşniyara jinên KESK’î yên ji bajarê Tirkiye û Kurdistanê hatine ya ji bo dîwanê destpê kir. Piştî rêzgirtinê axaftina vekirinê Hevseroka Giştî ya KESK’ê Şaziye Kose axaftina vekirinê kir û bal kişand li ser jinên Kobanê yên ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê li ber xwe dide û wiha axivî: “Ez bejna xwe li hemberî têkoşîna jinên YPJ’ê yên ku darbeyên giran li çeteyan dixin û azadiya jinan diafirînin ditewînim.”

Koseyê bal kişand li ser girîngiya civînê û got ku di enca bedelên giran de jin dikarin îro bên ba hev û nîqaş dikin û bang li jinên beşdarî civînê bûne kir ku xwedî li şoreşa Rojava derkevin.

Piştre Sekretera Jinan a KESK’ê Gulîstan Atasoy axivî bibîrxistina Arîn Mîrxan û hemû jinên YPJ’î yên bedena xwe li hemberî êrîşên çeteyan kirine mertal dest bi axaftina xwe kir. Atasoy da zanîn ku şer herî zêde zirarê dide jinan û şer tê wateya xizanî, êş, rondik, koçberî û tecawiz. Ataboy wiha axivî: “Şer şîdet, cînayet, taciz û tecawizên jiyana jinan dorpêç dike rewa dike û şîdeta dike tiştekî sîstematîk”

Piştî axaftinan civîna ku wê 2 rojan bidome ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.