Jinan li Stenbolê meşa bi meşale li dar xistin

Jinan li Stenbolê meşa bi meşale li dar xistin

Jinên di pêşengiya DOKH’ê de hatin gel hev bi daxwaza vekirina korîdoreke însanî ya ji bo Kobanê li Beyoglu ya Stenbolê meşeke bi meşale li dar xistin.  Jinên wêneyên şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan hilgirtin, banga vekirina korîdorê li hikûmetê kirin.

Di pêşengiya Tevgera Jinan a Azad û Demokratîk (DOKH)’ê de rêxistinên jinan ên li Stenbolê Tunelê hatin gel hev, bi daxwaza vekirina korîdora jyanê ya ji Kobanê re ber bi Qada Galatasaray meşiyan. Jinên pankarta, “Ji piştgiriya DAIŞ re bes e! Bila ji Kobanê re korîdora alîkariyê bê vekirin” bi tililiyan vekirin. Jinan her wiha wêneyên şervana YPJ’ê Arîn Mîrxan a li hember çeteyên DAIŞ çalakiya fedayî pêk anî û alên YPJ’ê hilgirtin.

Jinan bi erbaneyan û meşaleyên pêxistin, bi yek dengî dirûşmayên, “Bijî berxwedana Kobanê”, “Jin Jiyan Azadî”, “Qatil DAIŞ hevkar AKP”, “Li çiyayan, geliyan û zîndanan jinên Kurd li her cihî ne”, “ Bijî têkoşîna jinan”, “Her cih Kobanê her cih berxwedan”, “Wê Kurdistan ji DAIŞ re bibe goristan” hatin gotin. Jinn her wiha bi dirûşmaya, “Li ber xwe bide Semra jin bi te re ne” piştgirî dan endama Desteya Rêveber a DBP’ê Semra Demîr a li Pirsûsê ji aliyê leşkaran ve hat birîndarkirin.

LI KOBANÊ WÊ ŞOREŞA JINÊ QEZENC BIKE!

Piştî li Qada Galatasaray ji bo Arîn Mîrxan û hemû şervanên YPJ-YPG’ê yên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin, axaftina yekem ji aliyê Berdevka Koordînasyona DOKH’ê Turkan Esen ve hat kirin. Esen diyar kir jin ji bo dengê Şengal û Kobanê ragihînin bi heftane li qadan in û got ku heya Kobanê ji hovan bê paqijkirin wê jin ji qadan dernekevin.

Esen diyar kir Kobanê projeya ji nû ve dizaynkirina Rojhilata Navîn e û wiha got: “Ji ber ku şoreşa li Kobanê şoreşeke jinê ye û jin li wir li dijî hovên dijminê mirovahiyê DAIŞ’ê bi topyekîn berxwedan dimeşînin.” Esen diyar kir di encama vê berxwedanê de DAIŞ hat şikandin û ji vir jî li hemberî çapemeniya hevkar nerazîbûna, “Dema DAIŞ tecawizî zarokên 5 salî û jinan dike hûn ên desthilatdar û alîgirên DAIŞ’ê bi pênûsên xwe dilîzin. Hûn ê hesabê vê pir giran bidin.”

Esen ji bo endama MYK a DBP’ê Semra Demîr a dema li Pirsûsê nobeta aştiyê digirt di encama qapsûla bombeya gazê ya leşkeran birîndar bû silavên jinan jêre şand û wiha got: “Çawa dîroka koletiyê bi ketina jinê çêbû, wê azadiya dîrokê jî bi bilindbûna jinê çêbibe.”

KORÎDORÊ VEKE STATUYA KANTONANA NAS BIKE!

Piştî Turkan Esen daxuyaniya Tirkî Denîz Goksel, Kurdî jî Xunav Altun xwend. Goksel û Altun bal kişandin ser şerê li Kobanê û gotin ku şer ne tenê d inavbera YPG-YPJ’ê û DAIŞ’ê de çêdibe û wiha gotin: “Ev şer di navbera însaniyetî û hovîtiyê, azadî û koletî, jiyan û mirinê, jin û emperyalîzma zilam de çêdibe.”

Goksel û Altun diyar kirin weke jin li rex gelên li Kobanê ber xwe didin cih digirin û li dijî komkujiyên DAIŞ bang li hikûmeta AKP’ê kirin û gotin, “Teqez korîdora jiyanê veke, ji bo aştiya Tirkiyeyê û herêmê rêzdarî nîşanî îradeya azad a gelê Rojava bike û statuya kantonan nas bike.”

Piştî daxuyaniyê jinan sirûda Rojava gotin û çalakî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.