Jina ku hate qetilkirin pêştir daxwaza parastinê kiribû

Jina ku hate qetilkirin pêştir daxwaza parastinê kiribû

Li Bagcilar’ê jina bi navê Nimet Çagan ji aliyê hevserê xwe yê bi navê Şerîf Çagan ku dixwest jê cuda bibe bi 20 derbeyên kêrê hate qetil kirin.

Li Taxa Kemalpaşa a Bagcilar jina bi navê Nimet Çagan ku ji Mêrdînê ye û dayika 11 zarokane, ji aliyê hevserê xwe Şerîf Çagan ku dixwest jê cuda bibe di saetên danê siharê de bi 20 derbeyên kêrê hate qetil kirin.

Nîmet Çagan ku hat hînbûn çend roj pêştir biryara cudabûnê daye lê di encama dijî derketina birayên wê de ji biryara xwe vegeriya ye.

Piştî lêkolînkirina cihê boyerê cenazeyê Çagan ji bo kar û bare otopsî hate şandina Saziya Tipa Edlî a Stenbolê.

Cenazeyê Çagan yê ku ji mala wê li ser milê jinên BDP’yî hate derxistin li wesayita cenazan hate bar kirin û şandin Saziya Tipa Edliya Stenbolê. Kujer Şerîf Çagan jî hate binçav kirin û ew şandin Mudûryeta Şûbeya Asayişa Bagciyan.

Nimet Çagan ji ber pêştir jî ji aliyê hevserê xwe ve tûndî dîtiye û serlêdana polîsan kiriye û hat hîbûn ku 6 mehan parastin xwestiye.