Jin li Belçîkayê daketin qadan
Jin li Belçîkayê daketin qadan
Jin li Belçîkayê daketin qadan
Kurdên li Brukselê dijîn di çalakiyên edaletê de hatin cem hev û li Lîegeyê jî jinên ciwan li avahiya kanala televîzyona RTFB’ê çalakî pêk anîn.
BRUKSEL
Çalakiya edaletê ya her Çarşem li Belçîkayê pêk tê vê hefteyê li Brukselê pêk hat. Çalakiya ku ji bo her sê şoreşgerê jin edalet tê xwestin, li ber Sefaratxaneya Fransayê pêk hat.
Di çalakiyê de bi dehan jin hatin cem hev û dirûşmayên, "Em edaletê dixwazin", "Em ji bîr nakin, nadin jibîrkirin", "Bijî berxwedana Kobanê" hatin berzkirin.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û rewşa Kobanê hate vegotin.
LIEGE
Li bajarê Lîege jî komek jinên ciwan bi armanca xwedîderketina li berxwedana Kobanê bi ser kanala TRFB de girtin. Jinan bi rêveberên kanalê re hevdîtin pêk anîn û çalakgeran rewşa Kobanê vegotin û daxwaz kirin ku li dijî êrîşên DAIŞ’ê bisekinin. Çalakgeran dosyayek da nûnerê televîzyonê.