Ji Zapê heta Sîncanê çîrokek ku mirovahî bi erdê re kaşkirin

Ji Zapê heta Sîncanê çîrokek ku mirovahî bi erdê re kaşkirin

Gerîlayê bi navê Suphî Îsmaîl ku di sala 2008’an de li Zapê di operasyonekê de birîndar bû û teslîmê Tirkiyeyê hat kirin şûnde, rastî pêkanîn dij mirovahî hat û jiyana wî bi îşkenceyên kesên ku ji bo jiyana mirovan rizgar bikin sonda hîpokrat xwarine didomin. Çima wî ya çepê ligel ku bi tedawiyê dê baş bibûya, hate jê kirin û ev 5 sala bi proteja 7 kîloyê jiyana xwe didomîne û bi rapora ‘dikare hewcedariyên xwe bîne cih’  tenê xistin hucreyekê.

Artêşa tirk di 21’ê Sibata 2008’an de li Zapê Operasyona Rojê pêk anîbû. 5 sal berê di operasyona li dijî PKK’ê hat kirin de gerîlayên bi navê Suphî Îsmaîl yê ji Efrînê di operasyonê de birîndar bû û çîroka wî ya ji Zapê ya berbi Girtîgehê ve ruhê zaliman ya ku nirxên mirovahiyê tune dihesibînin nîşan dide.

Îsmaîlê HPG’ê pêlê bombeya ku leşkerên tirk davêje dike û ji çima xwe ya çepê birîndar dibe. Damarên wî diqetin, ji bo tedawiyê dişînin. Lê kesên ku ji bo tedawiyê ew teslîmê Tirkiyê kir û Îsmaîl rastÎ pêkanîn dij mirovahiyê hat.

TERKÎ MIRINÊ KIRIN

Îsmaîlê ku ji bo tedawiyê bibirana nexweşxaneyê, dibin ber qerekolê û ji vir jî dibin nexweşxaneya dewletê ya Edeneyê. Li vir dibêjin bihêlin bila mirine û davêjin hucreyekê. Mehekê bê av û bê xwarin dimîne. Îsmaîl terkî mirinê dikin. Îsmaîl dijî lê tiştên ku anîn serê wî dij mirovahî bûn.

LI BER MIRINÊ BERXWE DA ÇÎMA WÎ JÊKIRIN

Îsmaîl ku di hucreyê de dema hat ser hişê xwe xwest biqîre, di carekê de ket û demek  şûnde dîsa çavên xwe vedike ku çîma wî ya çepê nîne.  Her du destê wî bi kelepçeyê bi nivînê ve hatibû girêdan, her kesên ku dihatin diçûn  heqeret lê dikirin, îşkence lê dikirin.

 Îsmaîl ji vir dibin Girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2  a Sîncanê. Îsmaîl 10 caran rastî cezayên muebetê hat û dosya wî li dadgeha bilinde.

EZ NEKARIM VÊ PROTEZÊ BIGERÎNIM

Îsmaîl der barê rewşa xwe de wiha dibêje;Ligel îşkenceya li min kirin, ez nemirin. Lê hewce nedikir çîma min jê bikin.  Damara bin çonga min qetya bû. Dikarîbû bihata tedawîkirin. Lê hemû jêkirin. Piştre proteta 7 kîlo pêvekirin. Bedena min vê protezê ranake. Ji ber vê ez du caran ji merdivanan ketim.

KLASÎKA TIPA EDLÎ

Ligel ku Îsmaîl pir zor û zehmet tevdigere, Saziya Tipa Edlî raporek amade kir û got tu astengîya wî ya fizîkî tune.  Lijneya Tenduristiya Nexweşxaneya Numuneya Enqreyê got ji sedî 50 astengdare û  dîsa di heman raporê de hat gotin ku dikare bi tena serê xwe li girtîgehê bimîne.

BIKIN HUCREYA YEK KESÎ

Îsmaîl ku ev 5 sale di girtîgehê de, ger dosyaya wî ya dadgeha bilind bê erêkirin dê bikin hucreya yek kesî.