BI DÎMEN

Ji TEV-ÇAND Ewropayê strana hilbijartinê: Dema DEM’ê ye

Kollektîfa TEV- ÇAND a Ewropayê heta niha bi gelek stranên xwe di nava gel de tê hezkirin, vê carê ji bi strana “Dema DEM’ê ye” stranek amade kir.

TEV-ÇAND Ewropa

Bakurê Kurdistanê û Tirkiye ber bi hilbijartinên xwecihî yên ku dê di 31’ê Adarê de bên kirin ve diçe. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) jî bi vekirina buroyan, serdana dikandaran, hevdîtinên bi gel re kolan bi kolan, tax bi tax, navçe bi navçe û bajar bi bajar xebatên xwe dimeşîne. Kollektîfa TEV-ÇAND a Ewropayê ji bo piştgiriya DEM Partiyê strana bi navê “Dema DEM’ê ye” derxist.