Ji sedî 95 ê Katalanan gotin dewletek serbixwe an jî federal
Ji sedî 95 ê Katalanan gotin dewletek serbixwe an jî federal
Ji sedî 95 ê Katalanan gotin dewletek serbixwe an jî federal
Li Katalonyaya ku her diçe hewldanên ji Spanyayê veqetîn zêde dibe, di 9’ê Mijdarê de referandumek pêk hat û encamên wê yên teqez hatin diyar kirin. Ji sedî 95’ê tevlî referandumê bûn daxwaz dikin ku Katalonya dewletek xweser an jî serbixwe be.
Ji ber betalkirina biryarê ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Spanyayê referanduma wek sembolîk pêk hat, nêzî 2 mîlyon 344 hezar û 828 kes tevlî bûn. Di referandumê de ji bo Katalaniyan pirsên wekê ‘Hûn dixwazin Katalonya bibe dewlet? û ‘Ger hûn bêjin erê gelo divê ev dewlet serbixwe be?’ pirsî bûn.
Li gorî endamên ku ji aliyê hikûmeta herêmî ya Katalonyayê ve hatiye aşkerakirin, ji sedî 80.91’ê deng bikar anîne ji bo van her du pirsan gotine ‘erê’. Ji sedî 10’ê tevli referandumê bûne jî ji bo Katalonyayê gotine bila bibe dewlet lê ji serbixwebûnê re gotine ‘na’. Ji sedî 4,5 jî ji bo her du pirsan bersiva ‘na’ dane.
TEVLIBÛN KÊM TÊ DÎTIN
Serokê Herêma Katalonyayê Artur Mas xwestibû ku di 9’ê Mijdarê de referandumê bi awayekî fermî pêk bîne, lê dadgerê Destûra Bingehîn a Madrîdê ev betal kiribû. Li gorî qedexeyê Mas ji bo referanduma sembolîk helwestek bi biryar nîşan dabû û di 21’ê Mijdarê de der barê wî de doz hatibû vekirin.
Hikûmeta Spanyayê, jî diyar dike li Katalonyayê 6,3 mîlyon hilbijêr hene û tenê di vê referandumê de 2.35 mîlyonî deng bikar aniye û got ku ev jî tê wateya ku Katalan ji serbixwebûnê re dibêjin ‘na’. Lê rêveberiya Herêma Katalonyayê jî got ku ji ber qedexekirina biryara Dadgeha Destûra Bingehîn gel kêm eleqe nîşanê hilbijartinê daye.
PLAN NÛ HATIBÛ AŞKERAKIRIN
Roja Sêşema buhrî partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl ên Katalonyayê di nav de Serokê Herêma Katalonyayê Artur Mas ji 3 hezar kesî re axivî û diyar kir ku ji bo plana serbixwe ya nû pêlê alarmê kirine. Mas da zanîn ku ji amadekariyên serbixwebûnê wê hilbijartinên herêmî yên 2016’an pêşde pêk bînin.
Li gorî anketa raya giştî ya ku di rojnameya El Mundo de hat weşandin ji sedî 60’ê Katalanan daxwaz dikin ku makeqanûneke nû ya ku pêşniyar dike Îspanya bibie dewletek federal bê kirin. Li gorî anketê ji sedî 36’ê Katalanan ji federasyonê wêdetir serxwebûnê dixwazin.
Katalanên ku zimanê xwe diaxivin li herêma ku dijîn li gorî cihên din yên Îspanyayê di alî aborî de bi hêztir e.beşeke mezin a Katalanan dewlemendiyên herêmê ji aliyê Madrîdê ve tê birêvebirin. Katalan ji ber vê jî bertekan nîşan didin.