Ji Rûsyayê bo Rojava soza alîkariya mirovî

Ji Rûsyayê bo Rojava soza alîkariya mirovî

Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Putîn, Mikhail Bogdanov îro li Cenewreyê bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslim re hevdîtin pêkanî. Bogdanov piştî hevdîtinê daxuyanî da û aşkera kir ku, Rûsya amadeye alîkariya mirovî bide gelê Kurd yê ji ber şerê demek dirêje li Sûriyeyê dom dike tengasiyan dikêşin.

Nûnerê Taybet yê Rojhilata Navîn yê Serok Dewletê Rûsyayê Vlademîr Putîn, Mikhaîl Bogdanov îro li Cenewreyê bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslim, Alîkarê Serokwezîrê berê yê Sûriyeyê Rifet Esat, ji Komîteya Koordînasyona Netewa Sûriyeyê Heysem Menna û hinek kesayetên ji Muxalefeta Sûriyeyê hevdîtin pêkanî.

Di hevdîtinê de Bogdanov aşkera kir ku, Hevserokê Partiya Yeketiya Demokratîk ya Kurd ya li Sûriyeyê (PYD) Salih Muslim xwestiye alîkariya mirovî bê zêde kirin.

Bogdanov got: “Em li ser vê mijarê axivîn. Di fikirîn ku em dê vê pirsgirêkê çareser bikîn. Rûsyayê beriya vê balefirên aydê Wezareta Rewşên Lezgîn yên ku malzemeyên alîkariya mirovî şandibûn herêmê. Ev malzeme gihabûn gelê Kurd ên li bakûrê welat tengasiyê dikêşin jî.”