Ji rêxistina jinan a Peruyê daxuyaniya ji bo Kobanê

Ji rêxistina jinan a Peruyê daxuyaniya ji bo Kobanê

Rêxistina jinan a  Ventura Accalamaqui ya Peruyê, der barê êrîşên DAIŞ’ê de daxuyaniyek da û got ku ew wek rêxistina jinan piştgiriyê didin jinên Kurd.

Rêxistina Jinan a Peruyê Ventura Accalamaqui, daxuyaniyek nivîskî da û bêdengiya navneteweyî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê protesto kirin.

Komeleyê diyar kir ku di demên dawî li Kobanê berxwedanek mezin li dijî DAIŞ’ê tê dayîn û şervanên Kurd bi lehengiyeke mezin pêşî li DAIŞ’ê digirin.

Daxuyaniyê wiha berdewam kir: “Em DAIŞ’ê mahkum dikin. Jin rastî tecawizê tên. Li bazaran wek kole tên firotin. Ev jî nîşan dide ku jin li tevayî cîhanê du caran rastî zextan tên. Kurd niha ji bo qedera xwe bi xwe tayîn bikin têdikoşin. Em wek rêxistina jinan piştgiriyê didin têkoşîna jinên Kurd.”