Ji rewşenbîran "Konferansa Aştî û Demokrasiyê"

Ji rewşenbîran "Konferansa Aştî û Demokrasiyê"

Li ser Konferansa Aştî û Demokrasiyê ya bi banga rewşenbîran di 25-26'ê Gulanê de li Enqerê pêk tê, îro civîneke çapemeniyê hat lidarxistin.

Der heqê konferansa 25-26'ê Gulanê de, Mûrathan Mûngan, Prof. Dr. Gencay Gursoy û Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan Bîrcan Yorûlmaz, li Salona Civînê ya Cezayir a Stenbolê civîneke çapemeniyê lidar xistin. Konferansa li ser banga Yaşar Kemal, Tarik Ziya Ekîncî, Vedat Turkalî, Orhan Pamûk, Mûrathan Mûngan, Rakel Dînk, Prof. Dr. Yakin Erturk, Prof. Dr. Îoanna Kûçûradî, Prof. Dr. Gencay Gursoy, Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci û Arîf Sag li Enqerê pêk tê.

"KONFERANS BERPIRSYARIYEKE DÎROKÎ YE"

Civîna çapemeniyê bi xwendina nivîsa bangawaziyê ji aliyê endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Kongreya Demokratîk a Gelan Bîrcan Yorûlmaz ve destpê kir. Yorûlmaz bang li her beşên cûda yên civakê, komên çand û olî, gel, rewşenbîr, sendîkavan, nivîskar, rewşenbîr, partiyên siyasî, rêxistinên pişeyî, rêxistinên civakî yên sivîl, komeke û hewldanên welatiyan kir ku, tevlî konferansa li Enqerê bibin û got, "Tirkiye di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibe. Karê herî girîng ê îro, avakirina jiyaneke nû ya bi rengê siyaseta demokratîk û xwe dispêre mafên mirovan, fikrên wekhev û azadîperest."

Yorûlmaz da xuyakirin ku, aştî û demokrasî pêdiviyeke lezgîn e û got, "Pêwîste destûra bingehîn hemû nasname, çand, ziman, ol û cihêrengiya zayendî ya li vî welatî ewle bike û pîvanên gerdûnî yên demokrasî û mafên mirovan bipejirîne. Daxwaziya me hemûyan e ku, qanûnû pergala dadgeriyê li ser bingeha pîvanên huqûqa demokratîk û mafên mirovan werin sererastkirin û bi vî rengî bên bicihanîn." Yorûlmaz diyar kir ku, ji bo bicihanîna van daxwazan divê zexteke civakî li ser rêveberiyê bê kirin û got, "Ji ber vê yekê, ji bo em li ser pêşeroja xwe ya hevpar biaxivin, weke berpirsyariyeke dîrokî em "Konferansa Aştî û Demokrasiyê" lidar dixin."

GURSOY: RÛBÎRÛBÛNA PAŞEROJÊ, GIRÎNG E

Li dû Yorûlmaz Gencay Gursoy mafê axaftinê wergirt û xwediyên banga konferansê yek bi yek da naskirin. Gursoy bal kişand ser girîngiya rûbirûbûna bi paşerojê re û got, "Ji bo aştiyeke yekpare divê em gavan bavêjin. Bi vê konferansê re emê nêrîna kesên ji pirreniyê, tevlêkariyê, pirçandiyê û pir etnîsîteyê bawer dikin, bi raya giştî bidin bihîstin."
Gursoy da xuyakirin, ku konferans xwedî bernameyeke dagirtî ya du rojan e û got, "Di roja yekemîn de wê çar panêlên bi mijara "Rûbirûbûna bi paşerojê" û "Rêvekirina qanûnî" bên dayîn. Der heqê her rûniştinan de wê rapor bên amadekirin. Di roja duyemîn de jî wê ev rapor werin nirxandin û weke perspektîfeke hevpar ji raya giştî re bê eşkerekirin."

"LI HEMBERÎ ŞER EM XWÎNSAR BÛBÛN"

Mûrathan Mûngan jî diyar kir ku, Tirkiyê firsendeke heta niha nebûye xwedî bi dest xistiye û got, "Ez alîgirê vê pêvajoya çareseriyê me, lewma min cihê xwe di nava kesên banga vê konferansê kirin, girt. Şer êdî ji bo me veguherî fîlmê Hollywood. Bi xwînsarî êdî me li şer dinêrî."
Mûngan bal kişand ser agahiyên rêxistineke civakî ya sivîl ku diyar dikirin, piştî bûyerên li Reyhanliyê rewşeke lînçê rû daye û Sûriyeyî ji malên xwe tên derxistin û li dijwariyê rast tên. Mûngan di vê derbarê de got, "Di vê rewşê de pêşî li mirovekî lal digirin. Dibêjin qey ew ji Sûriyê ye. Heta ku ev mirovê lal derdê xwe ji wan re bêje, wî perîşan dikin. Ez xwe weke wî mirovê lal dibînim, hîs dikim."

MÛNGAN: DIVÊ EM ZIMANÊ XWE YÊ LAL VEKIN

Mûngan got, ev welatê her tim dibêjin ji Edîrneyê heta Erdexanê ye, di rastiyê ji Sûsûrlûkê heta Şemzînanê perçe bûye û weha peyivî; "Eger em naxwazin ji dîroka kuştinên kiryarên wan ne diyar derbasî cihekî nediyar ê kiryar diyar nebin, hingî divê em dikevin tevgerê." Mûngan ragihand ku dijwariya civakî her tim zêde dibe, dijwariya li dijî jinê zêde dibe, kuştina jinê zêde dibe û der heqê dijwariya civakî degot, "Berê di rojnameyan de rûpeleke cûda ya ji nûçeyên rûpela 3'an pêk dihat hebû. Êdî hemû rûpel bûn ev rûpel. Xwîn, hêsir, kuştin, mirin û êş serdest bû."
Mûngan destnîşan kir ku eger ev firsenda çareseriyê ji dest biçe, wê pêvajoyeke dirêj û bi êş derkeve pêşiya me. Mûngan got, divê em neçareya lalê li Reyhanliyê çareser bikin.

Civîna çapemeniyê li dû axaftinan bi dawî bû.