Ji objektîfa Jake Sîmkîn Kobanê
Ji objektîfa Jake Sîmkîn Kobanê
Ji objektîfa Jake Sîmkîn Kobanê
Wênevan Jake Sîmkîn çû Kobanê û hefteyekê li gel gerîlayên YPG/YPJ'ê ma. Wêneyên Sîmkîn kişand, ji aliyê rojanemya Aftonbladet ve hat weşandin ku tîraja rojnameyê li Swêdê 820 hezar e.
Di gotara bi sernavê "Rizgarî nêz e" ya îro li Aftonbladetê hat weşandin de, hat ragihandin ku ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên di Îlonê de dan destpêkirin Kobanê veguheriye xirbe, li gelek deverên bajêr fuze û bombeyên neteqiyane, hene.
Di gotarê de hat diyarkirin ku li Kobanê beriya niha 50 hezar kes dijiyan lê ev hejmar bi êrîşên DAIŞ'ê re daketiye 2 hezarî û hat destnîşankirin ku ji nû ve destpêkirina karê febrîqeya nan, yek ji nîşaneya girîng a jiyana sivîlên li Kobanê ye.
Hat gotin ku febrîqe rojane bi tonan nan ji leşkerên Kurdan re çêdike, lê belê mîna bajarên din ên Sûriyeyê ji nava Kobanê nûçe zêde li cîhana derve belav nabin.
Di gotarê de tê ragihandin ku Jake Sîmkîn ji Tirkiyeyê bi dizî derbasî Kobanê bûye, bi wêneyên kişandiye re dijwariya şer û jiyana li Kobanê nîşan daye û berdevkê YPG'ê jê re ragihandiye ku ji sedî 80 ê Kobanê di bin kontrola wan de ye.
Di gotarê de hat diyarkirin ku berdevk ji Sîmkîn re gotiye "Ji bo bajêr bi temamî ji DAIŞ'ê paqij bikin wan planên taktîkî xistine dewrê" û hat ragihand ku DAIŞ her roj êrîşên dijwar dikin û ji destpêka şer û vir ve 20 çalakgerên xwekuj, li navenda bajêr xwe teqandine.