Ji nivîskaran hevoka hevpar: Korîdorê veke

Ji nivîskaran hevoka hevpar: Korîdorê veke

Nivîskar, helbestvan û wêjevanên bi armanca ji Kobanê re korîdora alîkariyê bêvekirin hatin cem hev bi slogana "Ji bo Kobanê hevokeke" civîna çapemeniyê li dar xistin û wiha bang kir: "Ji bo Kobanê cîhan rabû ser piyan. Ji bo berxwedanê bitepisînin, dostaniyê xirab bikin û xirabiyê sor bikin. Hemû jiyan pîroz in aştî daxwaza me hemûyan e. Tirkiye, nijad, ol, ziman û zayendiyê civakê birîndar neke korîdorê vebike."

Nivîskar, helbestvan û wêjevanên bi armanca ji Kobanê re korîdora alîkariyê bêvekirin hatin cem hev bi slogana "Ji bo Kobanê hevokeke" li Salona Civîna Cezayirê civîna çapemeniyê li dar xistin. Nivîskar, rewşenbîr û wêjevanên bi banga Melîke Koçak, Burhan Sonmez, Behçet Çelîk, Sema Kaygusuz, Ayşegul Tozonen, Sema Aslan, Sîbel Oz û Berrîn Karakaş hatin cem hev û Murathan Mungan, Yavuz Ekîncî, Asli Erdogan, Sîbel Oral, Sezaî Sarioglu, Gonul Kivilcim, Mehmed Saîd Aydin, Murat Uyurkulak, Ronî Margulîes, Emrah Serbest, Halîl Îbrahîm Ozcan, Burcu Aktaş jî di nav de 156 kesan li saloan civînê ji bo Kobanê bi hewokekê nêrînên xwe anîn ziman.

Di civîna moderatoriya wê Nivîskar Sema Kaygusuz û Behçet Çelîk kirî de ewil sînevîzyona berxwedana Kobanê û hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hate pêşandan. Piştî pêşandana sînevîzyonê metena hevpar hate xwedin û wiha hate gotin: "Ji bo komkujiya li Kobanê rawestinin şert kurd bûn nîn e. Pêvîst nîne suryan, ermen, êzdî û an jî ereb bin. Musil, Humus Keseb, Şengal û Kobanê, dostên dostên me xizmên hevalên me ne. Ji bo jiyanê, mirovahiyê û çanda kadîm li hemberî qirkirinê bêdeng nemînin korîdorê vebikin. Ji bo Kobanê cîhan rabû ser piyan. Berxwedanê netepisîne, dostaniyê xor nebîne û xirabiyê sor neke. Hemû jiyan pîroz in aştî daxwaza me hemûyan e. Tirkiye, nijad, ol, ziman û zayendiyê civakê birîndar neke korîdorê vebike."

Piştre Nivîskar Murathan Mungan axivî û diyar kir ku Kobanê tenê perçeyekî axê nîn e û wiha got: "Kobanê tenê parçeyeke axê û bajarokek nîn e. Kobanê sembola enternasyonalîzmê ye. Kobanê di heman demê de ji me re pêşerojekê dide." Mungan, anî ziman ku berxwedana herî mezin a sedsalê li Kobanê pêk hat û wiha axivî: "Heke ji Kobanê re korîdor neyê vekirin, cîhan me hewil da li serê hinek kesên din de xirab bikin dibe ku di serê me de bixebite." Mungan, da zanîn ku bi berxwedana Kobanê re dibê sînorên li Rojhilata Navîn hatin xizkirin careke din bên firkirîn û wiha pê de çû: "Hêvî dikim Kobanê ji bo sînorên emperyalîstan xîz kirin careke din fersenda fikirandinê pêk bîne." Mungan bertek nîşanî AKP'ê ya alîkariy çeteyên DAIŞ'ê dike da û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez fedî ji hemwelatiyê dewleta piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ'ê dikim."

Piştî axaftina Mungan nivîkar, helbestvan û wêjevanên tevlî civînê bûn ji bo Kobanê nêrînên xwe bi hewokekê anîn ziman.