Ji Newroza Dersimê hezar silav ji Îmraliyê re

Di şahiya Newroza Dersimê de Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît Newroza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û silav jê re şandin.

NEWROZA DERSIM

Newroza 2024’an li Dersimê bi coşeke mezin hate pîrozkirin. Merasîm ji aliyê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê ve hate lidarxistin. Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît, Parlamentera Dersimê Ayten Kordû, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîstan a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Seyît Aslan û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Mahîr Gurz tevlî şahiyê bûn.

Li Qada Seyîd Riza Dayikên Aştiyê li herî pêş cihê xwe girtin û pankartên “Agirê Çaran bûye milyonan” û “Tu yî mizgîniya me, serdar û rêzanê me” hatin hildan. Hat dîtin ku jin û ciwan li şahiyê pir zêde ne.

Ji Hevserokatiya Dersimê ya DEM Partiyê Ozcan Gurtaş axivî û got: “Dem dema DEM Partiyê ye, dema yekîtî û têkoşînê ye.”

Namzetê Hevşaredariya Dersimê ya DEM Partiyê Cevdet Konak jî ev tişt got: “Em di bin tecrîdê de ne. Ez bawer dikim ku 31’ê Adarê hûn ê bi coşa Newrozê li Dersimê derbeya herî mezin li faşîzmê bixin.”

Nûnerê SMF’ê Mahîr Gurz jî wiha got: “Di hilbijartinên 31’ê Adarê de xelkê Dersimê bi ser ketiye, em vê îlan dikin.”

Hevseroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş jî anî ziman ku divê ew hemû gotina DEM’ê bilind bikin.

Serokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan jî destnîşan kir ku divê ew têkoşîneke ku vê desthilatdariyê têk bibe bimeşînin.

Gulistan Kiliç Koçyîgît di axaftina xwe de ragihand ku tevahiya dîroka Dersimê bi berxwedan û têkoşînê tejî ye û desthilatdariya AKP-MHP’ê weke “Dehaqê modern” pênase kir. Koçyîgît Newroza Abdullah Ocalan pîroz kir û silav jê re şandin. Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser girîngiya çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Me her tim li dijî van zilmkaran li ber xwe da. Li dijî tifaqa JÎTEM’ê tifaqa Dersimê heye.”

Piştî axaftinan ciwan bi şal û şepikên xwe derketin ser dikê û helbesta Arjen Arî ya “Efendîno” xwendin. Bi hezaran kesan helbest bi çepik û tilîliyan helbest pêşwazî kirin.

Piştre bi vêxistina agirê Newrozê coş hîn zêdetir bû. Bi hezaran kes li ber stranên Gulseven Medar, Alî Dogan Gonultaş û Koma Muzîkê ya BEKSAV’ê govend gerandin.