Ji neçariyê dest bi lêkirina dîwaran kirin!

Çawa ku heta niha hemû polîtîkayên AKP’ê ên li Kurdistanê tasfiye bûbin, polîtîkaya dîwêr jî wê ti encamê bi xwe re neyîne û rejîma AKP’ê wê di bin vî dîwarî de bimîne û biçe ser sergoyên dîrokê.

AKP dema ku hate ser kar bi dirûşma ‘Tirkiyeya nû’ û bi îdîaya ku li Rojhilata Navîn û dinyayê bibe welatekî mînak hate ser kar. Baş e niha rewşa wê çiye? Digot ew ê bi cîranan re ti arîşeyê nejîn, li nav Tiriyê jî doza Kurd çareser bikin, ew ê bikin ku her kes li dahatuyeke aram û ronak bijî.

Helbet ev babet berfireh e û bi kûrahî nadim nav. Pergala lu AKP ji mêj ve bi xeyala wê bû û dixwest bibe sêrî wê bimîne? Gotinên pêşî yên AKP’ê têne bîra mirov ku dema nû hatî ser kar digot. Pergala wê ya ku civak bi gotinên aramî û rabûnê xapandî û kirî girtîgeha vekirî wê li ser piyan bimîne?

Di mêjûya Tirkiyê de hikûmeta ku polîtîkayên herî dirinde li Kurdistanê kirî hikûmeta AKP’ê ye. Her çendî ev pir hatibe gotin jî û her roj bi sedan caran were çespandin jî, çendî were gotin kêm e. Hikûmeta AKP’ê û dewleta TC’ê di van 2 salên dawî de li dijî Têkoşîna Azadiya Kurdistanê şerekî hov dike. Vê rewşê ji bo xwe bi şerê duyemîn ê rizgariyê bi nav dikin. Şerê ku heta niha dikin jî bi vê konsept û çarçoweyê ye.

Di qada siyasî de, di serî siyasetmedar, nûçegihan, rewşenbîr, bi qutebirî gelek kesû sazî careke dî feth kirin. Têra wan nekir gelek bajarên Kurdistanê şewitandin,hilweşandin,talan kirin. Qîma xwe bi vê jî neanîn bi polîtîkayên sîxûriyê yên li ser zarokên Kurd li Kurdistanê xwestin armancên xwe pêk bînin. Wiha alçax bûne ku alaya Tirk bi zarokên Kurdan bi darê zorê dane hildan.

Li dijî van hemû polîtîkayên AKP’ê her çendî hin nerazî bin jî, helwesta herî radîkal, berxwedêr Tevgera Azadiya Kurd nîşan dide. Her çendî ji neterise ber destê raya giştî jî –ku medyaya şerê taybet ji bo vê veşêre her saet halamaniyan radike- di rewşa berdest de ti rewşeke ku Tevgera Azadiya Kurd hatiye çewisandin, quncifîn nîn e.

Dîwarê ku di navbera sînorên Bakur û Rojavayê Kurdistanê de tê lêkirin, ku 3. dîwarê dirêjtir ê dinyayê ye, berdewam dike. Li ser 911 kîlometreyî li ser sînorê Rojava-Bakur dîwarên bi blokên betonê têne lêkirin. Li ber van dîwaran jî xendek têne kolan û kozikên kontrolê têne çêkirin.

Her wiha di navbera sînorên Başûr û Bakurê Kurdistanê de, di navbera Cizîrê û Sîlopyayê de jî dîwarên betonî têne danîn. Ji bilî vê herêmê, li deverên dî ji bo ku çiyayî ye û derfet nîn e ku dîwarên betonî lêbikin, li ser girên ku serwerî sînorên Başûrê Kurdistanê ye jî, wesayitên zirxî têne danîn, bi yekîneyên mekanîze wê kontrolê bijidînin. Bi vî rengî wê 18 girên serwer zevt bikin û bi vî rengî jî ji wan weye ku wê xwe biparêzin.

Li ser sînorê Bakur û Rojhilat dîwarekî sînor ê 144 kîlometre tê danîn. Di dîwarê ku Kurdistanê dorpêç dike, hesab dikin Kurdistanê parçe bikin û kontrol bikin.

Ji ber ku girtîgehên heyî têrê nakin bi vî rengî Kurdistanê û Tirkiyê dikine girtîgeh. Ev dîwarên ku hikûmeta şer a AKP-MHP’ê lêdikin, wê çi qasî bikaribe dewleta AKP’ê biparêze? Helbet ev dîwar wê nikaribe wê biparêze. Helbet li pêş hêzeke wiha ku ev 40 sal e li Rojhilata Navîn şerê azadiyê dike ti siûda AKP’ê nîn e û ev polîtîka wê bibe sedem ku hêrsa Kurdan rabe.

Pirsa sereke ev e ku li bara wê hêzê ku medyaya AKP’ê her roj dibêje min ew qedandiye çima bi bayê bezê dîwaran lêdike. Ango li xeta Bazidê ya Agiriyê û Ebex a Wanê li pêşberî gerîla neçar maye ku berê xwe daya polîtîkayeke wiha. Ji ber ku daxuyanî dan ku xeta Agirî û Wanê ‘paqij’ kirine, ti gerîla li wan deran nehiştine. Lê rewşa ku derketî holê careke dî nîşan daye ku rewş tam berevajî vê ye.

Çawa ku heta niha hemû polîtîkayên AKP’ê ên li Kurdistanê tasfiye bûbin, polîtîkaya dîwêr jî wê ti encamê bi xwe re neyîne û rejîma AKP’ê wê di bin vî dîwarî de bimîne û biçe ser sergoyên dîrokê.

Gotina Erdogan a beriya bi çend rojan ku digot leşker û polîs bi destê hev digirin û şehîd dibin jî nîşan dide li pêşberî gerîlayên Kurdistanê têk çûne. Ji bo vê jî AKP ji ber sedema ku li bara gerîlayên Kurdistanê têk çûye berê xwe daye polîtîkaya lêkirina dîwaran. Em ê hemû bi hev re bibînin ku ev polîtîka wê tiştekî bi xwe re neyîne.