Ji NAV-DEM’ê ji bo greva birçîbûnê banga lezgîn a çalakiyan

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM), li dijî faşîzma AKP-MHP’ê,bi armaca xwedî li greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê banga lezgîn a lidar xistina çalakiyan kir.

NAV-DEM a ku daxuyaniyek nivîskî da, bal kişand ser rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ya ku bin serokatiya dîktator Erdogan de pêkanînên teror û qirkirinê yên sînor nasnakin li dijî gelê Kurd û hêzên demokrasî, herî zêde li girtîgehan pêk tên. NAV-DEM, bibîr xist ku di encama operasyonên qirkirina siyasî û mercên Girava Îmraliyê a yek jî sîstema zilmê ye, li dijî êşkence û zextên li girtîgehan mîna nêçîra pîrebokan nêzî sed hezar kesî avêtine girtîgehan, mîna li dijî faşîzma 12’ê Îlonê, dîsa girtiyan bedena xwe danîn holê, berxwedanekî dîrokî dineqişînin.

NAV-DEM a ku peyama “Berxwedana girtiyên li ber pencê mirinê, gihiştiye asta herî kirîtîk. Bang li gelê xwe derdorên rewşenbîr, demokrat, humanîstan, di vê nuqteya kirîtîk de, hê zêdetir daxwazên meşrû û demokratîk bilind bikin, hê baştir xwedî li berxwedana girtîgehan derkevin.” NAV-DEM’ê di dewam daxuyaniya xwe de ragihand ku ji bo daxwazên girtiyan bê cih, wê li gelemperiya Ewropayê çalakiyên cihê reng û berdeaman lidar bixin.

NAV-DEM’ê diyar kir ku bi rojane li rexmê hemû hewldan û hişyariyên gelê Kurd û raya giştî wiha got: "Dewleta faşîst a AKP'ê, berxwedana zindanan yên ku xwedî maf û daxwazên wan yên rewa ji nedîtîve tê û di hişmendiya li benda mirinêne de israr dike.” Di dewamê de NAV-DEM’ê peyama “Di destpêkê de wek Meclîsa Navendên Civaka Demokratîk a Kurd û rêxistinên hevpar ya dikeve ser milê me, ev berxwedana zindanan ya bi rûmet, bi layîqî em xwedî lê derbikevîn.” da

Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) destnîşan kir ku ji bo daxwazên berxwedanvanên zindana pêk were, hemû cihên peywendîdar pêwîste tişta dikeve ser milê wan daxwaz dikin ku pêkbîne. NAV-DEM di vê çarçoveyê de li tevayî Elmanyayê, meş, mîtîng, çadirên agahdarkirinê, hikûmet, partiyên siyasî, saziyên mafê mirovan, hevdîtinên bi ragihandin û weşanê û hwd, çalakî û aktivîteyên bê dem û bi berdewamî pêwîste xwedî lê derbikevin.

Herî dawî NAV-DEM'ê bang li Komîteya Pêşîgirtina Êşkence a Konseya Ewropa, saziyên têkildar yên navnetewî, rêxistinên mafên mirvovan û hikûmetan kir ku pêwîste bi lezgîn bikevein nava tevgerê û berpirsyarî û erka xwe pêkbînin.