Ji Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê çalakiyên bi bandor: 5 çete hatin kuştin

Hate ragihandin ku di çalakiyên bi bandor ên Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê de 5 çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker hatine kuştin.

JI MECLÎSA LEŞKERÎ YA SERÊKANIYÊ ÇALAKIYÊN BI BOANDOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê ragihand ku Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê li dijî nuqte û baregehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li derdora bajarê Serêkaniyê rêzeçalakî li dar xistine.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Di çarçoveya piştgirî û destekdayîna berxwedana pira Qereqozaq û Bendava Tişrînê de û ji bo bersivdana êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Serêkaniyê rêzeçalakiyên bibandor li dijî baregehên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gelek gundên derdora bajarê Serêkaniyê li dar xistin.

Di saetên vê sibehê de yekîneyek ji hêzên me ketina nava cih û nuqteyên çeteyan li gundê Rîhaniyê yê bajarê Serêkaniyê, hêzên me ji nuqteyên çeteyan ve nêz bûn û bi çeteyan re ketine pevçûnên. Di necamê de 5 çete hatin kuştin.

Li eniyeke din jî hêzên me êrîş bir ser nuqteyên çeteyan ên li gundê Qasimiyê, di encamê de gelek çete hatin kuştin û birîndarkirin. Lê hejmara kuştî û birîndarên çeteyan nehat zanîn.

Saet di 8ˋê vê sibehê de jî li eniya sêyemîn, şervanên me li gundê Dibis êrîşeke din li dijî baregehên dewlet Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li gundên Ezîziyê, Erîşa, Erbahîn, Girê Şehîd Dilşêr, Menax û Kinêr pêk anî.

Di van çalakiyên li wan gundan de tu zirar negihişt hêzên me.”