Ji jinên HDK’ê çalakiya nobetê ya ‘Çarşema sor’
Ji jinên HDK’ê çalakiya nobetê ya ‘Çarşema sor’
Ji jinên HDK’ê çalakiya nobetê ya ‘Çarşema sor’
Bi armanca piştevaniya bi jinên Rojava, Şengal, Nînova û Gazze re ji aliyê Meclîsa Jinan a Enqere ya HDK’ê ve ku her Çarşem çalakiya nobetê ya ‘Çarşema Sor’ tê lidarxistin di hefteya 5’emîn de ya çalakiyê de peyama, Em li rex jinên li Kobanê li ber xwe didin cih digirin.” hat dayîn.
Çalakiya nobetê ya bi navê “Çarşema Sor” ku her hefte ji aliyê Meclîsa Jinan a Enqere ya HDK’ê ve ji bo şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ û li Rojhilata Navîn aştî bi cih bibe her Çarşem tê lidarxistin di hefteya 5’emîn de li Parka Guven dewam kir.
Di çalakiya vê hefteyê de xwişka Yilmaz Guney Guzîde Yilmaz piştgirî da jinan. Piştî çalakiya rûniştinê endama Meclîsa Jinan a HDK’ê Nûr Aytemur daxuyaniya hefteyê da.
Aytemur anî ziman ku pêwîst e wek rîtuela “Çarşema Sor” ku ji bo Êzidiyan rojeke pîroz e divê xwîn neyê rijandin û êdî aştî bê vê erdnîgariyê. Aytemur herî dawî got ku wê wek jinên HDK’yî li rex gel û jinên Kobanê yê li ber xwe didin cih bigirin.
Piştî daxuyaniyê sînevîzyoneke ku komkujiyên çeteyên DAIŞ dike mijar hat temaşekirin.