Ji hiqûqnasên Ewropî kampanyaya ‘bila PKK’ê ji lîsteyê bê derxistin’
Ji hiqûqnasên Ewropî kampanyaya ‘bila PKK’ê ji lîsteyê bê derxistin’
Ji hiqûqnasên Ewropî kampanyaya ‘bila PKK’ê ji lîsteyê bê derxistin’
Komeleya Hiqûqnasên Ewropa ya ji bo Demokrasî û Mafê Mirovan (ELDH), ji bo PKK ji "lîsteya rêxistinên terorîst” a YE bê derxistin kampanyayek îmzeya dan destpêkirin. ELDH diyar kir ku di merheleya em tê de hebûna PKK’ê ya di lîsteyê bê wate ye û ne hiqûqî ye.
ELDH a di sala 1993’yan de li Parîs hat avakirin û ji 18 welatan hiqûqnas di bin banê wê de ne ji bo PKK ji lîsteya Yekîtiya Ewropa ya “ Rêxistinên Terorîst” bê derxistin kampanyayek îmzeyan dan destpêkirin.
ELDH ku metna îmzeyan bi rêya sîteya xwe ya web weşand, di bin sê serenavan de bang li Yekîtiya Ewropa Dewletên Endamên Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê tê kirin, xwest ku diyaloga bi PKK’ê re bê pêşxistin ji bo bibe qanûnî rê bên vekirin, li ser sazî, organîzasyon û kesên nêzî PKK’ê zext û astengî bên rakirin.
ELDH her wiha xwest Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî têde kesên ji endamtiya PKK’ê û piştgirîdayina PKK’ê re hatine girtin bêne berdan.
ELDH bal kişand ser hevdîtinên di navbera PKK’ê û hikûmeta Tirkiyeyê, têkoşîna Başûr û Rojavayê Kurdistanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û modela Rêveberiya Demokratîk a li Rojava bibîr xist.
ELDH diyar kir di merheleya têde hebûna PKK’ê ya di lîsteyê de bê wateye û ne hiqûqî ye.
Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Pêşverû (Juristes Progressistes Vaudois) ku navenda wê li Lozan e û di heman demê de di Komîteya Komeleya Hiqûqnasên Demokat a Swîsre de cih digire, parêzer Husnu Yilmaz diyar kir metna îmzeyan îro destpê kiriye, hiqûqnas û parêzer hem bi awayekî sazî û hem jî bi awayekî şexsî dikarin metnê îmze bikin.
Yilmaz got ku bi hêvî ne li Tirkiyeyê jî bi taybet parêzer û komeleyên nûnertiya wê dikin bi awayekî aktîf tevlî van nîqaşan bibin.