Ji hiqûqnasan piştgiriya ji bo pêşnivîsê
Ji hiqûqnasan piştgiriya ji bo pêşnivîsê
Ji hiqûqnasan piştgiriya ji bo pêşnivîsê
Hiqûqnasan xwestin ji bo pêşnivîsa ji aliyê Ocalan ve hatiye nivîsandin piştgirî bê dayîn. Serokê Baroya Amedê Prz. Tahir Elçî diyar kir ku heta pêbaweriyeke qanûnî nebe, divê ji ti tiştek ji hikûmetê neyê hêvîkirin û got: “Divê dewlet û hikûmet ji kompleksên ‘ ji bo rewşa dewletbûnê ne gûncaw e’, berde.” Ji parêzerên endamên Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê Prz. Işik jî got: “Hikûmet û Serokkomar Erdogan kengî bixwazin wê şîrove yan jî nêrîneke din li pêvajoyê zêde bike. Erdogan di nava du deqeyan de sar û germ dibe. Ji ber vê jî ev hişyariya Birêz Ocalan gelek girîng û mafdar e.” Prz. Işik bal kişand ku Ocalan pêşerojeke xweş pêşkêşî Kurdan, Tirkan û gelên Rojhilata Navîn dike, divê hikûmet dawî li operasyonên qirkirina siyasî bîne.
Serokê Baroya Amedê Prz. Tahir Elçî û endamê Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê Prz. Mensûr Işik “Pêşnivîsa Pêvajoya Mûzakereyên Aştî û Demokratîk” ji ANF’ê re vegot.
ELÇÎ: DIVÊ HIKÛMET HÊVIYÊ JI RASTIYAN DÛR NEKE
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî dan zanîn destnîşankirina ewlehiya qanûnî ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate pêşniyarkirin û got: “Di pêvajoyên berê de jî komên ji Ewropa û bejahiyan hatibûn bi lêpirsînan re rû bi rû mabûn. Ji ber vê jî ev pêşniyara Ocalan a ewlehiya qanûnî gelek girîng e. Milîtanên yek ji aliyê van pevçûnên sîh salan, nikarin bêyi ewlehiya qanûnî tevlî pêvajoya siyasî û demokratîk bibin. Divê hikûmet dest ji hêviyeke bi vî awayî ku ji rastiyê dûr e neke. Bila kes vê daxwazê neke.”
Prz. Elçî destnîşan kir ku ne rast e ku mijara çekdanînê weke sernava sereke ya pêvajoya çareseriyê bê dîtin. Elçî destnîşan kir ku divê tevî Qanûnên Cezayê hin guhertinên qanûnî pêk bên û diyar kir ku divê ev guhertinên qanûnî ne mîna qanûnên “poşmaniyê bin”. Elçî diyar kir ku heta pêngav neyên avêtin nabe ku hêviya gavavêtinê ji aliyê Kurdan bê kirin.
BILA HIKÛMET DEST JI KOMPLEKSAN BERDE
Prz. Elçî got: “Heyeta Çavdêriyê û Çavê Sêyemîn ku wê pêvajoyê bişopîne, divê herî kêm encamên hatine bidestxistin binivîsin û Elçî diyar kir ku heta pêbaweriyeke qanûnî nebe, divê ji tu tiştek ji hukûmetê neyê hêvîkirin û got: “Divê dewlet û hikûmet ji kompleksên ‘ ji bo rewşa dewletbûnê ne gûncaw e’, berde.”
BENDA HILBIJARTINÊ
Prz. Tahir Elçî bal kişand ser gotûbêjên têkildarî daxistin an jî rakirina benda hilbijartinê û bibîr xist ku bi vê hewldana benda hilbijartinê dixwazin Kurd li derveyî parlamentoyê bê hiştin û got: “Ger behsa jiholêrakirina çekan tê kirin, dixwazin vê esas bigirin, di pêvajoyeke wiha de hebûna benda ji sedî 10 wê hêviya ji bo pêvajoya çareseriyê kêm bike. Rakirina benda hilbijartinê wê hêviyan zêde bike.”
Endamê Meclîsa Hiqûqnasên Bakurê Kurdistanê Mensur Işik bal kişand ser rexnedana Ocalan û got: “Weke ku tê bîra me, li Xabûrê, pêşî helwesta dewletê baş bû. Gelê Kurd jî ew weke qasidên aştiyê bi nav kiribûn. Lê piştre dewlet an jî hikûmetê, li gel guhertina hêzan van kesên ku hatibûn girtin û şandin girtîgehê. Heta niha hin ji wan girtî ne.”
'DIVÊ RÊKÛPÊKIYA GELEMPERIYA DEMOKRATÎK BÊ DESTEKKIRIN'
Prz. Işik diyar kir ku Serowezîrê Tirk Ahmet Davûtoglu û rayedarên hikûmetê bi gotinên xwe yên têkildarî “sererastkirina gelemperiyê” ti xizmetê ji pêvajoyê re nakin û xwest ku pêşniyara “rêkûpêkiya gelemperiya demokaratîk” a Ocalan bê destekkirin û got: “Birêz Ocalan Birêz Ocalan girîngiyê dide mafên weke rêkûpêkiya gelemperiya demokratîk, mafên sereke yên civakî, siyasetkirin, protesto û mafê hişyarkirina hikûmetê” û da zanîn ku “rêkûpêkiya gelemperiyê” ku hikûmet û serokwezîr behsa wê dike, rê li ber hemû mafê protestokirinê digirin.
PÊŞNIVÎS JI BO HEMÛ KESÎ YE
Prz. Işik got: “Hikûmet û Serokkomar Erdogan kengî bixwazin wê şîrove yan jî nêrîneke din li pêvajoyê zêde bike. Erdogan di nava du deqeyan de sar û germ dibe. Ji ber vê jî ev hişyariya Birêz Ocalan gelek girîng û mafdar e.” Prz. Işik bal kişand ku Ocalan pêşerojeke xweş pêşkêşî Kurdan, Tirkan û gelên Rojhilata Navîn dike, divê hikûmet dawî li operasyonên qirkirina siyasî bîne.
'PÊVAJO Û OPERASYONÊN SIYASÎ BI HEV RE NAMEŞIN’
Prz. Işik da zanîn ku Ocalan ji bo pêvajoya çareseriyê kedeke mezin dide û operasyonên qirkirina siyasî rexne kir. Işik got: “Hikûmetê ji ber helwesta demokratîk a ya bi armanca Kobanê re dest bi operasyonên qirkirina siyasî kir. Ev yek ji aliyê Kurdan ve ti carî nayê qebûlkirin. Zêdetirî 700 kes hatin girtin. Tenê li Mûşê 69 kes hatin girtin.” Işik da zanîn ku pêvajo û operasyonên qirkirina siyasî bi hev re nameşin.
Prz. Mensur Işik diyar kir ku divê hikûmet û serokkomar tişta pêwîst a ji bo pêşnivîsê bikin.