Ji heyeta ÎHD’ê rapora Pirsûsê
Ji heyeta ÎHD’ê rapora Pirsûsê
Ji heyeta ÎHD’ê rapora Pirsûsê
Heyeta ji ÎHD MYK û Şaxa Rihayê ji 3 kesan pêk dihat di 9-11’ê Cotmehê de çûn serdana Pirsûsê û hevdîtin û nêrînên xwe kirin rapor. Heyetê diyar kir ku gelek binpêkirinên mafan û gelek pirsgirêkên ku divê demildest bên çareserkirin hene.
Heyeta ji endamê ÎHD MYK Aydin Erdogan, Serokê ÎHD’a Rihayê Atîlla Yzar û nûnera Şaxê Nalan Durdu pêk dihat di 5-6’ê Cotmehê de piştî pevçûnên li taxên Kobanê destpê kir û 2000 hezar kes hatin Pirsûsê û 400 jê hatin desteserkirin, di 9-11’ê Cotmehê de çû serdana Pirsûsê. Heyetê valakirina gundan, binpêkirinên mafan yên li Deriyê Murşît Pinarê şopandin. Heyeta ÎHD’ê çavderiyên xwe şopand û tespît kir.
Heyetê bi qeymeqam, bi doktorên dilar, personelên tenduristî, rayedarên şaredarî û penaberan re hevdîtin kir. Di 10’ê Cotmehê de li Deriyê Murşîtpinar yê sînor, nuqteya derbasbûnê ya Yumurtalik, gundê Devşenê şopandin kir.
Di rapora ku heyetê amade kir de bal kişandin ser pirsgirêkên li Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ku dema nexweşên birîndar ên Kobanê dihatin nakliyekirin. Hat gotin ku di 9’ê Cotmehê de bi qeymeqam re hevdîtine kirine û li gel qeymeqam bi serbaz û Cîgirê Walî jî hevdîtine kirine. Di raporê de hat gotin ku qeymeqam gotiye ku di anîna birîndaran de derengbûn tune lê ji ber ku di rojên dawî de pevçûn gihiştine Deriyê Murşîtpinarê û DAIŞ’ê êrîşên xwe zêde kiriye, pirsgirêkên ewlehiyê hene, anîna birîndaran dereng dikeve. Di raporê de wiha hat gotin: “Qeymeqam got ku ji ber pirsgirêka ewlehiyê ambulans nikarin bikevin derî, personel naxwaze biçe, hinek kes bi dildarî dixwazin birîndaran bînin, lê ew destûrê nadin vê.
Di raporê de hat gotin ku bi hekîmên Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê re hevdîtin kirine û wiha hat gotin: “Hemşîre Ş. got ku peywirdarên sînor naxwazin birîndar bên girtin û ev rewş bi protestoyên di 7’ê Cotmehê de destpêkirî re pêş ketiye û dibêje; xebatkarên 112 naxwazin biçin. Me got mimkun e em bi xebatkaran re hevdîtinê bikin, li ser vê gotin Wezareta Tenduristiyê vê rewşê di cih de nabîne.
AMBULANS DU CARAN HAT SEKINANDIN
Di hevdîtina ku bi hekîmên dildar re hatiye kirin wiha hat gotin: “Dr.M.Ç diyar kir ku şaredariyan ambulansên xwe şandine pirsûsê lê destur nedan ku ev ambulans van birîndaran bînin, carna israr kirine, carna destur nedan û gelek caran jî destur hatiye dayîn. Dr. Ç diyar kir ku dema ambulans diçin ber derî, li du nokteyan tên sekinandin û lêgerîn tên kirin, ligel vê destur nayê dayîn. Dr.Ç diyar kir ku 8’ê cotmehê de ekîba 112’an de jibo birîndaran bigire sê caran çûye derî lê ligel ku birîndar girtiye jî dîsa radestê ambulansa ku hatiye ber derî hatiye kirin, birîndar 7 saetan li ber derî maye. Qeymeqam gotibû hinek kesên dildar dixwazin birîndaran bibînin. Ev kes jî hekîmên dildar û xebatkarên şaredariyê ne.
DIBÊJIN ÇALAKIYAN BI DAWÎ BIKIN EM DESTÛRÊ BIDIN HATINA BIRÎNDARAN
Di raporê de hat gotin ku di rojên 7-8’ê Cotmehê de ji ber çalakiyên protestoyî yên hatin kirin birîndar li ber derî hatine sekinandin û li ber derî polîsên tevgera taybet gotine ‘çalakiyan bi dawî bikin, em destûrê bidin derbasbûna birîndaran’ û hat gotin ku sewqkirina birîndaran kirine mijara bazarê.
HIQÛQA NAVNETEWEYÎ TÊ BINPÊKIRIN
Di raporê de hat gotin ku ji ber birîndar tên sekinandin 4 kesan ji ber windakirina xwînê jiyana xwe ji dest dane. Ev li dijî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye. Di raporê de bal kişandin ser xebata hekîmên dildar û hat gotin ev xebat gelek girîng in û hat gotin ku tevî ku rîska jiyana wan heye jî dixwazin xizmetê bidin. Hat gotin ku mixabin xizmeta wan tê astengkirin.
3 BIRÎNDARAN JIYANA XWE JI DEST DA
Di raporê de hat gotin ku piştî çavderiyên sînor yê 10'ê Cotmehê şûnde, ji bo ku hîn bibin ku di mijara sewqkirina birîndaran de sererastkirin çêbûye an na, dîsa çûne Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê. Di berdewamiyê de wiha hat gotin: “Hekîmê dildar, Dr. S û Hemşîre û gelek personelên din yên navê wan nehat girtin, diyar kirin ku di 9-10’ê Cotmehê de di navbera saet 23.00-01.00’ê de destûr nedane birîndar bên û di vê navberê de 3 birîndaran jiyana xwe ji dest dane. Bi vî awayî hejmara miriyan gihiştiye 7’an.
POLÎSAN BIRÎNDAREK REVANDIN
Parlamenterê HDP’ê Îbrahîm Bînîcî, Îbrahîm Ayhan û Faysal Sariyildiz di şeva 9-10’ê Cotmehê de bi hekîman re hevdîtin kir û hat gotin ku hekîman gotiye tu astengî nehatiye kirin û gotin saet di 02.00’an de destûr dane anîna birîndaran û di 10’ê Cotmehê de 30 birîndar anîne nexweşxaneyê. Hat gotin ku kesek di dema sewqkirinê de jiyana xwe ji dest daye hat gotin ku di şeva 9-10’ê Cotmehê de polîsan birîndarek binçav kirine.
Her wiha di raporê de hat gotin ku 274 penaberên ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê ketine hundir hatine binçavkirin.
156 PENABER DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE
Di raporê de hat diyarkirin ku kesên ku xwe wek leşker dane nasîn rojê sê caran xwarinê didin penaberan, lê gorî agahiyên hatine girtin 156 kes di greva birçîbûnê de ne. Me daxwaz kir ku em bi penaberan re hevdîtinê bikin gotin ji qeymeqam destûrê bigirin hûn dikarin hevdîtinê bikin.
DAXWAZA HEVDÎTINÊ BÊ BERSIV MA
Di raporê de hat gotin ku ji qeymeqam hatiye xwestin ku penaberan bibînin û qeymeqam gotiye ku ew divê bi kesên ser xwe re mijarê nîqaş bike. Hê jî der barê mijarê de bersivek nehatiye girtin.
274 penaberên ku hê girtine bê sedem hatine girtin û hat diyarkirin ku hejmara kesên ku di 11’ê Cotmehê de dest bi grevê kirine derketiye 200’î û hat gotin ku malbateke ku ji 2 zarok û dê û bav pêk dihat hatiye berdan.
Di berdewamiya raporê de hat destnîşan kirin ku qeymeqam gotiye ku di van rojan de ji bo derbasbûnên ji deriyê Murşîtpinarê astengî tune, lê daxwaz jî tune û got: “qeymeqam got ku ew li pêş kesên ku dixwazin biçin Kobanê nabin asteng û her wiha qeymeqam gotiye; li şûna ku li vir dimirin bila biçin li wir bimirin.”
SEWALÊN ME TELEF DIBIN
Di raporê de hat gotin ku di 10’ê Cotmehê de li gundê Devşen ziyaret pêk anîne û wiha hat gotin: “Ji ber pevçûnan sînor ne bi ewle ye. Lê destûr nedan em biçin derî. Kobaniyên li aliyê din yê sînorin diyar kirin ku sewalên wan ji ber bê av û êm telef dibin.