Ji Hewldana Hunermend û Rewşenbîran a Enqereyê bo Kobanê çalakî
Ji Hewldana Hunermend û Rewşenbîran a Enqereyê bo Kobanê çalakî
Ji Hewldana Hunermend û Rewşenbîran a Enqereyê bo Kobanê çalakî
Endama Hewldana Hunermend û Rewşenbîran a Enqereyê Akademîsyen Sîbel Ozbudun diyar kir ku Kobanê tenê cografyayeke bi durbînan temaşe dikin an jî axake ji bo piştevaniya enternasyonalîst li cem in nîn e û wiha axivî: “Berxwedana wê derê li dijî zorbeyên li ser navê bihuştê cihana me vedigerînin dojehê, têkoşîna azadiyê ya ku deynê stûyê me hemûyan tê dayîn e.”
Hewldana Hunermend û Rewşenbîran a Enqereyê li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ji bo piştevaniya Kobanê li ber Abîdeya Mirovan a cadeya Yukselê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniya ku rewşenbîr û hunermend beşdar bûn de wêneyên ku mirin û xirakirinên ji ber êrîşan veoibêjin hatin hilgirtin. Ewil Mehmet Ozer axivî û ji komkujiya li dijî elewiyan a hezar û 500’an heta Kobanê ya 2014’an komkujiyên qewimîne Rêz kir. Ozer wiha got: “Belkî tişta ku em bibêjin ava ku morîk dibin e lê em dîsa jî dixwazin bibêjin. Em ji cadeya Yukselê bang li cihanê dikin.”
Piştre Mahmut Konuk axivî. Konuk da zanîn ku ji bo berxwedana Kobanê piştgirî dayîn tenê ne peywireke enternasyonalîstî ye di heman demê de li hemberî keriyên kujeran ên li cografyayê desthilatdar in koletiyê ferz dikin ji bo azadiya xwe têkoşîn dayîn e. Konuk wiha got: “Em li vir bibîr dixin mirovên hundirê hemû kesên li dijî zordariyê bêdeng dimîne dimire.”
Piştî daxuyaniyê hin rewşenbîran mafê axaftinê girtin û ji bo Kobanê hest û nêrînên xwe parve kirin. Ahmet Tellî ji gelê Kobanê û Şengalê helbesta bi navê “koçberî-goç” xwend. Piştre Akademîsyen Sîbel Ozbunud axivî û wiha got: “Kobanê tenê cografyayeke bi durbînan temaşe dikin an jî axake ji bo piştevaniya enternasyonalîst li cem in nîn e. Berxwedana wê derê li dijî zorbeyên li ser navê bihuştê cihana me vedigerînin dojehê, têkoşîna azadiyê ya ku deynê stûyê me hemûyan tê dayîn e.”
Lêkolîner nivîskar Temel Demîrer jî anî ziman ku Kobanê ji sedî 40 di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de ye lê berxwedana YPG’ê çeteyên DAIŞ’ê ji sedî 20 paşve biriye û destnîşan kir ku dê Kobanê rizgar bibe. Demîrer wiha got: “Niha pirsa min a yekem; heke hûn pirsa Kobanê kû der e bikin, Kobanê dilê me ye. Heke hûn pirsa Kobanê çi ye bikin em ê bibêjin qêrîneke şer û serkeftinê ye. Heke hûn pirsa Kobanê ji bo çi ye bikin em ê bibêjin ji bo we hemûyan, ji bom e hemûyan e. Bijî benxwedana Kobanê.”Çalakî bi dirûşma “Bijî berxwedana Kobanê” bi dawî bû.
Hunermendên ku îmze avêtin daxuyaniyê: Ahmet Tellî, Zerrîn Taşpinar, Mahmut Temîzyurek, Alî Balkiz, Oktay Etîman, Fatîn Kanat, Temel Demîrer, Sîbel Ozbudun, Yilmaz Demîral, Mehmet Ozer, Adnan Caymaz, Ahmet Abakay.