Ji HDP’ê ji bo operasyonên ‘Vegera jiyanê’ lêkolîna meclîsê
Ji HDP’ê ji bo operasyonên ‘Vegera jiyanê’ lêkolîna meclîsê
Ji HDP’ê ji bo operasyonên ‘Vegera jiyanê’ lêkolîna meclîsê
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Adîl Zozanî ji bo ‘operasyon vegera jiyanê’ ya ji girtîgeha Ulucanlarê destpê kir, li Girtîgeha Burdurê hate provokirin û li 20 girtîgehan pêk hat, bi armanca ku berpirsên wê bên dîtin û bandora psîkolojîk a ser girtiyan bê lêkolînkirin pêşnûme da meclîsê.
Zozanî bal kişand ser pêkanînên dij mirovane yên li girtîgeha Amedê û girtîgehên din ên piştî darbeya 1980’ê ya li Tirkiyeyê û got ku bi salên 90’î re ev berdewam kiriye. Zozanî got: “Bi taybet di salên 90’î de dewletê hebûna xwe li ser girtîgehan wek tehdîd domandiye û ji bo vê armanca xwe pêk bîne girtî ji hev veqetandine, tecrîd kirine û ji mafên wan xwe yênsereke bêpar hatiye giştin û li ser vê girtîgehên Tîpa F ava kirine."
Zozanî diyar kir ku di vê pêvajoyê de îtîraz hatine û li gelek Girtîgehên Tîpa F yên Tirkiyeyê berxwedanên rêxistinkirî pêk hatine.
Bi armanca ku vê rêxistibûna girtiyan bişikînin û profîla girtiyên ku serî ditewînin biafirînin, zext li ser girtiyan pêk anîn û li girtîgehan jî berxwedanên cidî pêk hatine. Zozanî got ji bo van berxwedanan biçewisînin di 26’ê Îlona 1999’an de li Girtîgeha Ulucanlarê operasyon pêk hatiye û 10 girtiyan jiyana xwe ji desT daye û got: “Li Girtîgeha Burdurê jî hatiye provokekirin û ber bi sala 2000’î de li girtîgehan derbasbûna girtîgehên Tîpa F, bi girtiyan re rê li ber bexwedanê vekir û girtî ketin girevên birçîbûn û rojiya mirinê. Piştî ku ev di rojeva raya giştî de cih girt di 19’ê Kanûna 2000’î de li 20 girtîgehan bi biryara MGK operasyona hevdem 83 saetan hatiye destpêkirin, di encamê de 32 girtî hatine qetilkirin û bi sedan birîndar bûne. Navê vê operasyonê jî ‘Operasyona vegera jiyanê’ hat danîn. Girtiya bi navê Bîrsen Kars yek gotinekê ya wekê ‘Em zindî şewitandin!’ kakila bûyerê vegot.
Piştî salan şûnde di belgeyên derketin holê de di biryarên ku ji aliyê MGK’ê ve hatiye girtin de îbareyên wekê çek û zorê bikarbînin cih girtin û hat gotin ku armanca van operasyonan ev ku grev û rojiyên mirinê bi dawî bin.
Zozanî got rojiyên mirinê bi dawî nebûne û bi vê operasyonê de 122 kesî jiyana xwe ji dest daye û her wiha sedan kes jî bi nexweşiya Wernicke-Korsakoff ketine. Her wiha got ku gelek kes di bin bandora vê hotîviyê de mane û hem di aliyê fizîkî û hem jî di aliyê psîkolojîk de pirsgirêkên mezin jiyane.
Zozanî detsnîşan kir ku berpirsên vê operasyonê û mirinan nehatine cezakirin û berevajî vê biyarên wekê ‘qisûra îdareyê tune ye’ hat dayîn û hat gotin ku kesên mirine jî ji ber qisûrên wan ên şexsî pêk hatine.
Zozanî bi lêv kir ku tu berpisekî vê operasyona bi xwîn nehatiye cezakirin û tu doza aîdî demê ji bo başiya yên hatine qetilkirin bi encam nebûye.
Zozanî di dawiya axaftina xwe de got: “Dewletan ku berpirsê yekem ê vê operasyonê ye; mafê madî û manewî yê malbat û girtiyên texrîbatên mezin dîtine nedayê. Di doza Velî Saçilik de mafê wî hatine radestkirin û divê ev jî wisa bûn. Ne bi gotina Tirkiyeyek nû divê rastiya ku bi çalakiyê tê avakirin, li ser bê sekinandin.”