Ji Hamburgê alîkarî ji Kobanê re hat şandin
Ji Hamburgê alîkarî ji Kobanê re hat şandin
Ji Hamburgê alîkarî ji Kobanê re hat şandin
Li bajarê Hamburg ê Elmanya bi armanca piştevaniya bi Kobanê re kelûpelên ji bo pêdiviyên zivistanê hatin komkirin.
Komîteya Piştevaniya Kobane û Şengal a Hamburg, TIR’eke ji alav û kelûpelên zivistanê ji bo bigihêje Kobanê şand Pirsûsê.
Ji bo belavkirina alîkariyan heyeta ji 5 kesan çû Pirsûsê. Komîteyê diyar kir ku wê alîkarî bidomin û ji bo TIR’a duyemîn bê şandin dest bi amadekariyan kirine.
Komîteya piştevaniyê di heman demê de ji bo Şengaliyên li Kampa Newroz kampanyaya dermanan dan destpêkirin.
Li bajêr bi armanca piştevaniya bi Kobanê û Şengalê re şevek jî tê organîzekirin. Di şeva ku wê 9’ê Mijdarê bê lidarxistin ji 30’î zêdetir hunermend û komên şano û dansê wê beşdar bibin.