Ji greva rêyên hesinî ya Elman tevlîbûna xurt
Ji greva rêyên hesinî ya Elman tevlîbûna xurt
Ji greva rêyên hesinî ya Elman tevlîbûna xurt
Greva xebatkarên rêyên hesinî yên Elman ku duh pêk anîn heta derengiya şevê jiyan felc kir. Pêşengê grevê sendîkaya GDL, diyar kir ku şîrketa rêyên hesinî Deutsche Bahn civakê li dijî sendîkaya sor dike û tê payîn ku bandora grevê îro jî bidome.
Li ser banga Sendîkaya Makînîst a Elman (GDL) bi dehezaran makînîst û kedkarên rêyên hesinî çûn grevê. Ji ber grevê trenên herêmê xizmet neda û di xetên navneteweyî de ji sê trênan yek derket seferê. Li navenda bajar jî xetên S-Bahn jî bi rêjeyeke mezin nexebitin.
Li aliyê din ji aliyê Şîrketa Rêyên Hesinî ya Federal ve beriya ku grev destpê bike sefer pêk hatin û ji ber vê yekê GDL’ê bertekên tund nîşan da.
Sekreterê Giştî yê GDL’ê Claus Weselsky axivî û diyar kir ku biryara ji aliyê şîrketê ve hatiye girtin bi qestî hatiye kirin û got ku beriya grev destpê bike rê li ber betalbûna gelek seferên trênê vekiriye û bi vê re dixwazin sendîkaya GDL bê îtîbar bikin.Tê payîn ku greva duh destpê kiriye bandora wê îro jî bidome.
DEMA DIRÊJ A XEBATÊ Û HEQDESTÊ KÊM
Di nava daxwazên kesên li ser banga sendîkaya GDL ketin grevê de tê xwestin ku heqdestê karkeran ji sedî 5 bê zêdekirin, dema xebata wan hefteyê du saetan bê kêmkirin û dakeve 37 saetan, bi mesayiyan re xebata di hefteyê de bi 50 saetî bê sînorkirin.
Sendîkaya Veguhastin û Rêyên Hesinî (EVG) jî daxwaz dike ji sedî 6 zem bê kirin.