Ji girtiyan peyama ‘yek reng’: Em ê heta dawî li ber xwe bidin

Girtiyên ji avaniya cuda yên siyasî yên Girtîha Girtî ya Tîpa F ya bi Nimroya 1 a Kiriklarê bi nameyekê dengê xwe gihandin û gotin li dijî ferzkirina kincên yekreng wê têkoşîna hevpar bidin.

Girtiyên PKK, MLKP, MKP û DKP’ê yên Girtîgeha Tîpa F ya Nimro 1 a Kiriklarê bi nameyên ku şandin diyar kirin ku ew ê li dijî ferzkirina kincên yekreng bi hevkarî têbikoşin.

Girtiyan diyar kirin ku piştî hewldana darbeyê di operasyonan de yên bi ser Cemeata Fethullah Gulen, yên ku hatin girtin kirin hincet û li girtîgehan gavên koxuşa têlî, kamera, sînordarkirina hevdîtin û axaftina bi telefonê anîne, her wiha pirtûk sînordar kirine û kirinên kêfî zêde bûne, êrîşên li girtîgehan ên bi ser girtiyan de ketiye rewşeke nû. Girtiyan diyar kirin ku tê xwestin  civakê hemûyî bixin cilekî, bi ferzkirina kincên yek reng jî dixwzain gavên rûmetşikîn li wan ferz bikin.

 ‘BERXWEDAN WÊ DIYARKER BE’

Girtiyan di nameyan de rexne li hikûmetê girtin û gotin ,’’Niha dora gotinê ya berxwedaniya şoreşger e. Li gel her cure zext û pirnisîn û zorê,binçav û girtinê dînamîka têkoşoîna demokratîk wê rê nede BHQ’ya AKP’ê ya bi nimroya 696’an’ û bi domdarî hate gotin ev êrîşkarî nexweşiyeke têgerîn a ji wê hişmendiya desthilatdariyê ya yekparêz e.

Girtiyan di nameya xwe de bang kirin û gotin çi kesê ku ji xwe re mirov dibêje hişê xwe ji desthiladariya AKP’ê ya ku ketiye ber nexweşiya zêhnî  rizgar bike û li dijî gotina dawî ya faşîzmê diyarker wê gotina dîrokî ya wê vînê be ku serbixwe ye, azad e û aqilê wê bûye berxwedan. Bi domdarî hate gotin, ‘’Girtîgeh careke dî bûne navenda êrîşkariya faşîst. Di wan deman de ku li cografaya me dîroka têkoşînê ya şoreşger, demokratîk diyarker bûye, ji me re ne xerîb e ku zindan bikeve forma berxwedanê.’’

 ‘EM Ê BI SER BIKEVIN’

Girtiyan diyar kirin ku bi kincên yek reng tê xwestin ku girtiyan bênasname û bêxislet bikin û gotin, ‘’Em girtiyên şoregşer, welatparêz bêrûmetiya kincên yekreng ku ji darbekarên 12’ê Îlonê bi ti awayî qebûl nakin, weke duh îro jî em ê li ber xwe bidin’ û heta dawî wê dilsozê giyanê berxwedanê yê Ibrahîm Kaypakkaya, Adîl Can, Necdet Adalî, Mezlûm Dogan bin û her wiha bang kirin ku raya giştî ya demokratîk, şoreşger, pêşverû bihîstyar be û têbikoşin.

 Di nameyê de herî dawî hate gotin, ‘’Li devera ku zilm lê heye berxwedan rewa ye. Em ê heta dawî li ber xwe bidin û em ê bi ser bikevin.’’