Ji DBP’ê banga ji bo 1’ê Mijdarê

Ji DBP’ê banga ji bo 1’ê Mijdarê

Navenda Giştî ya DBP’ê da xuyakirin ku wê di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de hemû cihan dakeve kolanan û banga tevlîbûna çalakiyan kir. Li Îzmîrê jî amadekariyên 1'ê Mijdarê hatin destpêkirin.

Navenda Giştî ya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) têkîldarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku berxwedana Kobanê li çalakiyên li hemû Kurdistanê hatin lidarxistin kete rojeva cîhanê û banga tevlîbûna çalakiyan kir.

‘HEMÛ CÎHAN JI BO KOBANÊ DADIKEVE KOLANAN’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gelek welatên cîhanê welatî li da ku hikûmetên wan ji bo Kobanê bikevin nava tevgerê wê dakevin kolanan û wiha hate gotin: “Mirovên cîhanê, ji bo silavkirina berxwedana Kobanê ku wan li dijî tarîtiya Qirnê Navîn dipareze, ji bo li cihê ku lê dijîn bibin dengê qîrîna berxwedanê, ji Arjantînê heta Hindistanê, ji Ekvatorê heta Îtalyayê li gelek welatên cîhanê bi banga rewşenbîrên di nav de Noam Chomsky û Adolfo Perez Esqivel ê xwediyê Xelata Nobelê jî heye di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de ji bo xwepêşandanên demokratîk derdikevin kolanan.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku DBP’ê li cihê rêxistinkirî ye di 1’ê Mijdarê saet di 14.00’an de li hemû bajarên cîhanê çalakiyên bên lidarxistin bibe û banga tevlîbûnê hate kirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Em bi baweriya xwe ya ku welatiyên cihanê li cihê rast de ne, bang dikin ku bi taybetî li Kurdistanê mirovên xwedî rûmet tevlî çalakiyên piştgiriyê yên ji bo Kobanê bibin.”

Di daxuyaniyê de agahiya DBP wê di nava plansaziya hemû çalakiyan de cih bigire û ev plansazî wê bi raya giştî re bên parvekirin.

LI ÎZMÎRÊ AMADEKARIYAN DESTPÊ KIR

Rêxistinên DBP û HDP'ê yên Îzmîrê, TAYD-DER, NÇME û gelek saziyên din jî bi heman armancê dest bi amadekariyên meşan kirin. Meş wê li ber Gara Alsancakê destpê bike û heya Kolana Şehîdên Kibrîsê berdewam dike. Çavlirê ye ku gelek kes tevlî meşê bibin.