Ji ciwanên Kurd li ber dêra Vatîkanê çalakî
Ji ciwanên Kurd li ber dêra Vatîkanê çalakî
Ji ciwanên Kurd li ber dêra Vatîkanê çalakî
Ciwanên Kurd û dostên Kurdan ên Îtalî bi armanca şermezarkirina bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê li ber Dêra Vatîkanê çalakiyeke protestoyi li dar xistin.
Çalakî bi pêşengiya Ciwanên Azad, li paytexta Îtalya Romayê, li ber dêra herêma xweser a Vatîkanê ya li qada turîstîk Saint Pietro ku bi hezaran turîst lê ne, dest pê kir. Kurd û dostên wan bi fîtikan bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî DAIŞ’ê şermezar kir. Di çalakiyê de dirûşima “Ascoltaci Papa” ku tê wateya “Papa me bibihîse” qêriyan.
Ciwanên bi armanca balê bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê û şermezarkirina bêdengiya raya giştî ya navneteweyî ya li hemberî Rojava, dest bi çalakiyê kirin. Di çalakiyê de pankartên bi Îtalî yên weke “Em hemû Kobanî ne”, “ Bijî YPG” û “Papa me bibihîse” vekirin û nerazîbûn li hemberî bêdengiya raya giştî ya cîhanê dan.
Polîsên Îtalî ji ber turîstan nekarîn mudaxeleyê çalakiyê bikin, hewl dan ku çalakgeran derxînin derveyê sînorê Vatîkanê. Li hemberî vê jî ciwanên Kurd li qadeke wêdetir çalakiya xwe domandin. Çalakiya ciwanên Kurd li qada ku weke axa Îtalyayê tê zanîn bi sloganan berdewam kir. Di daxuyaniya ku ji aliyê ciwanan ve hate xwendin de hate ragihandin ku hêzên ku xwe li rêveberiya xweser a Rojavayê Kurdistanê ranagirin, alîkariyê didin çeteyên DAIŞ’ê.
Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku DAIŞ ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû cîhanê xeteriyeke mezin e û ragihandin ku ew dê heta dawiyê ji bo parastina Rojava hewl bidin. Hêjayê gotinê ye ku her roj bi deh hezaran turîst tên qada Saint Pietroyê.
Hat ragihandin ku dê Kurdistanî tevî dostên xwe yên li Îtalyayê roja duşemê li ber avahiya NY’yê bi armanca balê bikişînin ser êrîşên li ser Kobanê çalakiyek li dar bixin.
Hat diyarkirin ku dê Kurdistaniyên li herêmên Toscana û Lazio yên Îtalyayê dijîn jî dê beşdarî çalakiya rûniştinê bibin û dê dosyayeke derbarê êrîşên DAIŞ’ê yên li ser Kobanê û Ş engalê de pêşkêşî rayedarên NY’yê bikin.