‘Ji çeteyan re dibêjin terorîst û pê re hevkariyê dikin’
‘Ji çeteyan re dibêjin terorîst û pê re hevkariyê dikin’
‘Ji çeteyan re dibêjin terorîst û pê re hevkariyê dikin’
Hevserokê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş di axaftina xwe ya li civîna koma partiya xwe de bal kişand ser êrîşa çeteyan a li deriyê sînor ê Murşîtpinarê ku di ser Tirkiyeyê re hat kirin û destnîşan kir, bi dîmen û wêneyan careke din hevkariya dewleta Tirkiyeyê ya bi çeteyên DAIŞ'ê re piştrast bûye.
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di komcivîna partiya xwe de li ser roja astengdaran, benda hilbijartinê, mirina karkeran, talankirina xwezayê û rewşa dawî ya Kobanê axivî.
Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş bal kişand ser roja astengdaran û got: “Divê mafê astendaran bê dayîn. Astengbûyîn ne tercîha kesane. Ji bo wê jî divê pirsgirêka wan bê fêmkirin û her yek xwe weke endamekî/a astengdar bibîne. Em wek ku mirovên astengdar najîn nêz dibin û wan tune dihesibînin. Ev yek nayê qebûl kirin û dema ev hebe em nikarin behsa wekhevî û demokrasiyê bikin. Li parlamentê nûnertiya wan tineye. Em ê weke HDP di demên pêş de ji bo ku astengdar mafê xwe bixwazin yekî/ê bînin parlamentê. Ger ku astengdar mafê xwe yê parastinê nebîne ew parastin ji çi re ye. Divê bi her awayî mafê astengdaran bê parastin.”
MAFÊ ASTENGDARAN
Demîrtaş da zanîn ku bi sed hezaran astengdar li benda kar in lê belê daxwaz û serlêdanên wan li ber çavan nayên girtin û wiha axivî: “Bi giştî 30 hezar kadroyên astengdar hene. Divê ku demildest li Fatîhê mafê astengdaran ên perwerdeyê bê dayîn. Ev yek ne lutufe ev yek mafê wan ê herî xwazayî ye. Divê ku ji bo astengdaran qanûnek cuda bê derxistin. Hikûmet kesên astengdar weke kesên pirsgirêk nîşan didin û di serê her kesekê de wisa jî bi cih dike. Di aliyê tenduristiyê de jî pirsgirêk hene. Di nexweşxaneyan de jî ji wan re pirsgirêkan derdixînin. Em ê li gel astengdaran bin ew çi ji me dixwazin em ê wê ji wan re bikin.”
'DIBÊJIN EM DIZ IN'
Demîrtaş destnîşan kir ku HDP xwediyê gelek reng û dengan e ji bo wê jî mohra xwe li Tirkiyeyê didin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Serokwezîr bêyî ku şermê bike benda hilbijartinê diparêze. Raste ev yek dema Kenan Evren pêk hatiye lê hûn dikarin vê bendê rakin. Yanî dibêjin em dizin em ê dizîtiya xwe berdewam bikin. Ma mirov ji diz re dibêje tu dizî. Ev çi eybe. Ez dibêjim ew bend ji sedê 10 jî be em ê wê derbas bikin. Em ê weke HDP Tirkiyeyê ji vê şerma benda hilbijartinê rizgar bikin û divê herkes xwe divê parlamentê de bibîne. Em ê vê parlametê ji dizan re teng bikin. Wê ji bo kesên diziyê dikin hilbijartina 2015’an bibe felaket.”
QESR A GEL E
Demîrtaş bal kişand ser şîdeta ku li ser xwendekar û gel tê meşandin jî û wiha pêde çû: “Ev ji gel ditirsin. Bi sedan polîs li xwendekarek ê zanîngehê didin. Ev jî tirsa ji gel dide xuyakirin. Dîsa li Geverê li parêzerekî bi kelepçe didin ev yek hemû nîşaneyên tirsê ne. Li hemû derê li hemberî gel şîdet heye. Dest ji Sultantiyê berdin. Şev û roj bi ço, ava şid bikar tînin têrê nake vê carê jî qanûna ewlehiyê derxistin. Gel dê wan qesran bi serê we de bîne. Şîdeta li hemberî jinan jî bi heman awayî ye. HDP dê bi gel re bixebite naçe li qesrê rûnê. Dibêjin wê Demîrtaş biçe li qesrê rûnê, me û xwe tevlîhevdikin. Em ê Serokkomar ji qesrê derbixin. Ew qesr a gel, jin, ciwan û hemû nasnameyan ne. Qesr ne li gorî gelê Tirkiyeyê ye.”
YA TÊ PARASTIN KAR E
Demîrtaş bal kişand ser komkujiya karkeran a Tirkiyeyê jî û wiha got: “Dîsa di bin navê qezayê de li Tirkiyeyê komkujiya karkeran pêk tê. Bi ti awayî ewlehiya karkeran tine ye. Ev yek komkujiye. Divê ku demildest pêşiya vê yekê bê girtin. Lê her roj yek yan du karker jiyana xwe ji dest didin. Ji bo ku patron ne revin karkeran weke kole bikar tînin. Mînaka vê ya herî berbiçav jî komkujiya li Ermenekê ye. Di têgehê de parastina karkeran tê gotin, lê belê berevajî tê pêk anîn. Ya ku tê parastin karê ne ku karker e. Sermaye girîngtir tê girtin ji jiyana karkeran. Karkeran gotiye ewlehiya canê me tineye ji kar hatiye derxistin. Dîsa ji ber ku rêxistina xwe dixwazin ji mafên xwe bêpar tên hiştin. Ev çi bêedaletiye tê jiyan kirin. Karker li hemberî vê neheqiyê di çalakiyan dene em ê jî weke partî li gel wan bin.”
XWEZA TÊ TALANKIRIN
Selahattîn Demîrtaş der barê santralên li Bursayê tên çêkirin jî ev yek anî ziman: “Li Bursyayê stral tên çêkirin. Ev santral tên wateya felaketa xwezayê. Dîsa di heman demê de li gelek cihan HES tên çêkirin ev yek jî felaketeke ji bo wê jî divê ku ev yek demildest bê rawestandin ji ber ku ev yek sedemên îsyanê ne. Di bin navê guhertin û veguhertinê de xwezayê talan dikin û qirkirina çandî pêk tînin. Divê ku gel li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Em weke HDP jî em ê li hemberî vê talaniyê rawestin."
HEVKARIYÊ DIKIN
Selahattîn Demîrtaş diyar kir ku Tirkiye hevkariyê bi çeteyan re dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Beriya niha çend rojan çeteyan axa Tirkiyeyê bikar anîn û çûn Kobanê teqîn pêk anîn. Bi dîmen jî hat piştrastkirin ku ev yek li ser axa Tirkiyeyê pêk hatiye. Li Tirkiyeyê diçe li deriyê Mûşîtpinarê çalakiyê pêk tîne. Û bi israr dibêjin me ev yek pêk ne aniye. Lê belê dîmen û wêneyên çete û leşkerên Tirk bi hev re heye. Ger ku çete terorîste wê demê hesap ji bixwaze. Lê belê generalê te bi çeteyan re di nava hevkarê deye. Ger ku ne wisa ye lêpirsînê bidin destpêkirin û me îqna bikin. Yanî hevkariya Tirkiyeyê bi çeteyan re carek din jî hatiye piştrast kirin.”