Ji bo windayên li Kerboranê daxwaza edaletê

Ji bo windayên li Kerboranê daxwaza edaletê

Dayikên Şemiyê ji bo windayên Kerboranê daxwaza edaletê kirin.

Dayikên Şemiyê yên aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin di hefteya 501'emîn de li ber Lîseya Galatasarayê hatin ba hev. Dayikên Şemiyê yên ku pankarta "Kiryar diyar in, winda li ku ne" vekirin, qurnefîl û wêneyên xizmên xwe yên winda girtin destên xwe. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo windayên Kerboranê yên Mijdara 1995'an ên ku ji aliyê Fermandariya Cendirmeyan a Kerboranê ve hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin daxwaza edalatê kirin. Di çalakiyê de ewil Mukaddes Çoşkun a xizma Abrrahman Coşkunê di piştî 19 salan hestiyên wî li kolanên gundê Tizlêrînê hate dîtin axivî. Coşkun destnîşan kir ew piştî 19 salan gihîştina hestiyên Abdurrahman Coşkun û wiha got: "Beriya çend salan ji kurê wî yê 18 salî du kîlo hestî dan Dayika min Hediye. Ji bo çend kîlo hestî kêfxweş bûn çi ye herî zêde dayikên li vir dizanin."

Coşkun bilêv kir ji bo ew hestiyan bibînin bi salan serî li hemû deriyan dane, navên kiryaran dane lê dewletê heta niha dengê wan nebihistiye û wiha berdewam kir: "Me got Mahmut Yilmaz, Mehmet Tîre kujerên me ev in me nav da. Lê dewlet hê jî bêdeng e. Ew li derve digerin. Şaredariya CHP'ê dikin. Me 19 salan hewl da û em gihîştin hestiyan. We di 1995 'an de qiyamet bi me da jiyandini em ê jî ji we bidin jiyandin."

Piştre daxuyaniya hefteyê Aksal Akbaba xwend. Akbaba diyar kir ku ew di hefteya 501'emîn de ji bo windayên Kerboranê hatine cem hev. Akbaba destnîşan kir ku di 29'e Cotmehê û 6'ê Mijdara 1995'an de di salvegera 72'yemîn a komarê de li Kerboranê 9 kesên di nav de zarok ji hene ji aliyê leşkeran ve hatin binçavkirin, ew birine tabûrê lê piştre ji wan agahî nehatiye wergirtin. Akbaba da zanîn ku li ser pirsa malbatan Fermandariya Taburê ya Cendirmeyan ve bersiva "Piştî lêpirsînê me serbest berda" hatiye dayîn li ser vê yekê malbatan pirsa "Heke bihatana berdan wê bihatana malên xwe" kirine lê leşkeran jî bersiva "dibe ku çûbûn çiya" dane malbatan.

Akbaba diyar kir ku malbatan ji bo zarokên xwe bibînin gelek caran serlêdan kirine lê her carê bêencam mane û din nava vê pêvajoyê de gelek caran hatine tehdîtkirin. Akbaba anî ziman ku piştî ku 6'ê adara 1996'an de cenazeyê Suleyman Seyhan (57) yê şewitî hate dîtin di encama hewldan û serlêdanên Şaxa ÎHD ê ya Mêrdînê, Serdozgeriya Komarê yê Mêrdînê di 29'ê Hezîranê 2009' an de carek din lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de di navbera 17-25'ê Sibata 2012'an de li ser îfadeyên şahidan gihîştine hestiyên Mehmet Emîn Aslanê 19 salî û Seyhan Doganê 13 salî. Akbaba destnîşan kir ku fezlekeyên hatin amadekirin de fermandarên wê demê Fermandarê Candirmeyan a Navçeya Kerboranê Mehmet Tîre û Fermandarê Tabûra Kerboranê Hurşît Îmren jî di nav de bi sûcê "zanebûn kuştin" hatine tewanbarkirin lê der barê berpirsiyaran de hê jî doz nehatiye vekirin û wiha got: " Hê jî hestiyên Davut Altunkayakê 12 salî, Nedîm Akyonê 14 salî û Abdullah Olcayê 20 salî nehatine dîtin."