Ji bo şervanê YPG'ê Sîner mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Sîner mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Sîner mewlûd hat dayîn
Ji bo şervanê YPG'ê Abdullah Sîner (Şervan Amed) li Ceyhanê mewlûd hat dayîn.
Ji bo şervanê YPG'ê Abdullah Sîner (Şervan Amed) ku di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, li ber nûnertiya HDP'ê ya Taxa Kuçukirim a Ceyhana Edeneyê mewlûd hat dayîn. Di konê sersaxiyê ya ji bo Sîner hatiye vedan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Sîner û alên PKK; KCK, YPG/YPJ'ê hatin daliqandin. welatiyan bênavber dirûşmayên "Şehîd namirin" berz kirin. Piştî rêzgirtina ji bo kesên di rêya azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane mewlûd hat xwendin.
Hevserokê DBP'ê yê Edeneyê Ugur Bayrak di mewlûdê de axaftinek kir. Bayrak diyar kir ku Sîner ji bo azadiya gelê Kurd di eniya berxwedana Kobanê şer kir û jiyana xwe ji dest da. Bavê Sîner Ozer Sîner jî got ku kurê wî di zarokatiya xwe de her tim di nava têkoşînê debû û wiha axivî: "Şervan xwe bi felsefeya Rêber Apo û PKK'ê terbiye kiribû. Em ê her tim şopdarê Şervan bin û ala wî bilind bikin.
Dayika wî Yasemîn Sîner jî anî ziman ku kurê wê têkoşînek bi rûmet daye meşandin û ew bi têkoşîna kurê xwe serbilind e.