'Ji bo paşeroja zarokên xwe, divê em rejîma yek şexsî hilweşînin'

Endamên Platforma Hilbijartinê ya Stuttgartê Gulay Tolû û Fîlîz Çakalik li ser karê HDP'ê yê hilbijartinê agahî dan û got, ji bo paşeroja zarokan divê rejîma yek şexsî bê hilweşandin.

Ji pêkhateyên 'Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Stuttgartê' nûnera Yekîtiya Jinên Sosyalîst Gulay Tolû û Hevseroka Federasyona Civakên Kurdistanî (FCK) Fîlîz Çakalik li ser karên xwe yên ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê agahî dan.

Tolû diyar kir ku ji bo platform karibe encameke baştir bi dest bixîne, wan komîsyonên rêveberî, têkiliyên derve, teknîk, çapemenî û maliyeyê ava kirine û li ser vê bingehê dixebitin. Tolû got, li herêmên ku Kurdistanî û Tirkiyeyî lê zêde ne wan serdana malan kirine û heta niha bi hezaran belavok belav kirine.

Tolû da xuyakirin ku komîsyona wan a muşahîdan qeyda ji bo muşahîdan didomîne û got, "Mûxatab û berdevkên me yên li konsolosxaneyê diyar bûn. Heta niha bi konsolosê re du civîn li dar xistin. Tevî saziyên Elewiyan me bi gelek saziyên cuda re civînên gel li dar xistin."

LI DIJÎ DÎKTATORIYÊ EM DESTEKÊ BIDIN HDP Û DEMÎRTAŞ

Tolû bi bîr xist ku li Stuttgartê û herêm derdora wê zêdeyî 140 hezar dengdêr hene û got, "Di hilbijartina 7'ê Hezîranê de nêzî 14 hezar deng ji HDP'ê re hatibûn dayin. Di dema referandûmê de 9 hezar deng ji HDP'ê re hatibûn dayin. Weke Platforma Hilbijartinê ya HDP'ê ya Stuttgartê bi taybetî weke jinên ku di nava vî karî de cih digirin, em bi dirûşma 'Jin wê bi hev re bi ser bikevin' armanca xwe li gorî dema bihurî mezintir dikin û li gorî vê yekê dixebitin."

Tolû bi bîr xist ku namzetê HDP'ê yê Serokkomariyê Selahattîn Demîrtaş bi rengekî neheq hatiye girtin û destnîşan kir ku bindestên li Ewropayê têkoşîna xwe ya li dijî bloka faşîst a qesrê geş kirine. Tolû anî ziman, ji bo berdana Demîrtaş wan bi partiyên siyasî yên cuda re kar kirine û got, divê bêhiqûqî û neheqiya li Demîrtaş tê kirin biqede. Her wiha destnîşan kir ku hemû mexdûrên Rewşa Awarte; karker, kedkar, jinên bûne mexdûra şîdeta mêr û dewletê û xwendekarên ku mafê wan ê perwerdeyê jê hatine standin, divê destekê bidin HDP'ê û Demîrtaş.

TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ WÊ XWIŞK-BIRATIYA GELAN BI SER BIKEVE

Fîlîz Çakalik jî bi bîr xist ku hilbijartin bi rengekî azad û demokratîk nayê kirin û got, "Tevî her tiştî jî wê xwişk-biratiya gelan bi ser bikeve." Çakalik diyar kir ku divê ew bi hev re dawî li rejîma yek şexsî bînin û bi dewamî got, "Bi taybetî dixwazin bang li jin û dayikên Elewî û Kurd bikim. Zarokên me dimirin, zarokên me hê di zikê me de tên kuştin. Em li jêrzemînan tên şewitandin, cenazeyên dayikên me bi rojan li naverastê tên hiştin. Ji bo em bersivê bidin vê yekê, divê em gelekî bixebitin. Eger Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan ji bo azadiya me dîl hatibe girtin, divê em jî ji bo azadiya Rêberê xwe û hemû xebatkarên HDP'ê yên girtî çi ji destê me bê bikin. Ji bo paşeroja zarokên xwe divê em rejîma yek şexsî hilweşînin."