Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCD'ê, ji bo nirxandina encamên hilbijartine dicivin. Piştî vê civînê ser bi serokatiya Hevserokên HDP'ê Demîrtaş û Yuksekdag endamên Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê bicive.
Hevserokên HDP, DBP, HDK û KCD'ê, ji bo nirxandina encamên hilbijartinên giştî yên duh, li Navenda Giştî ya HDP'ê dicivin. Civîn wê saet di 16:00 de pêk were. Piştre bi serokatiya Hevserokên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wê saet di 17:00 de Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê li hev kom bibe.
Di civînê de tevî nirxandina hilbijartinê wê, civîna Desteya Rêveberiya Navendî û amadekariyên kongreya hatiye taloqkirin jî bên nirxandin.