Ji bo mafya serbest e, ji bo girtiyên siyasî qedexe ye

Girtiyê nexweş Alî Gulmez ê li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê bal kişand ser hevkariya rêveberiya girtîgehê ya bi girtiyên mafya û nijadperest.

Girtiyê nexweş Alî Gulmez ku bi salan e li hucreya yek kesî ya li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê girtin, destûr jê re nehate dayin ku bi rêya telefonê bi kekê xwe Celal Gulmez re biaxive yê ku bi vîrûsa Covîd-19 ketiye.

Gulmez faksek ji malbata xwe re şand û bal kişand ser vê bêhiqûqiyê. Gulmez diyar kir ku ji bo karibe bi rêya telefonê bi kekê xwe re biaxive yê ku ji ber Covîd-19 li nexweşxaneyê ye daxwazname pêşkêş kiriye, lê belê bi israr bersivê nadin wî.

Gulmez nerazîbûn nîşanî vê nêzîkatiya kêfî da û got, "Ev ne cihêkariya destpêkê ye ku li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê rû dide. Beşek ji êrişên kêfî yên 3 sal in bi zanebûn û rêk û pêk tê kirin. Desteserkirina mafekî ye ku bi qanûnê hatiye misogerkirin! Bi rengekî zalimane nahêlin ku mirov rewşa dawî ya xizmên xwe yên bi Covîdê ketine hîn bibin. Li Tîpa F a Bolûyê girtiyên mafya û nijadperest bi rengekî cihêreng ji derfetan sûdê werdigirin û di serî de rêveberê girtîgehê hemû wezîfedar li dora wan dibin mîna 'perwane'yê."

Gulmez di faksê de her wiha qala rewşa xwe ya tenduristiyê kir û ragihand ku mirovên diçin nexweşxaneyê 15 rojan di karantînayê de tên hiştin û got, "Ez qet nafikirim ku biçim, bi rîsk e."