Ji bo Kobanê û Şengalê kampanya alîkariyê

Ji bo Kobanê û Şengalê kampanya alîkariyê

Saziyên li Amed, Stenbol û Îzmîrê dixebitin, ji bo Kobanê û Şengalê dest bi kampanya alîkariyê kirin û ji bo vekirina korîdora însanî ya Kobanê bang kirin. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li girtîgeha Umraniyê jî tevlî kampanyayê bûn.

Li gel êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kantona Kobanê, çalakiyên Kurdan ên ji bo desteka berxwedanê dewam dikin. Saziyên demokratîk ên li Amed, Stenbol û Îzmîrê kar dikin, ji bo Kobanê û Êzidiyên li Şengalê dest bi kampanya alîkariyê kirin. Nûnerên saziyan, banga vekirina korîdora alîkariyê ji bo Kobanê kirin.

Alîkariyên ji bo welatiyên Êzidî yên ji Şengalê ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê hatin navçeya Bismilê ya Amedê bi cih bûn berdewam dikin. Girtiyên ji doza PKK'ê yên li Girtîgeha Tîpa E ya Umraiyeyê dimînin bi alîkariyên şandin tevlî kampanyayê bûn. Girtiyan di navbera xwe de pere kom kirin û ji berpirsiyarên kampanyayê re şandin. Girtiyan diyar kir ku roj roja piştgirî û yekîtiyêm ye û xwest ku hemû gelê kurd xwedî li Kobanê derbikeve û berxwedanê bilind bike.

Li Îzmîrê jî Halkevlerî, ji bo gelên mexdûrên êrîşên çeteyên DAIŞ'ê dest bi kampanya "Korîdora Alîkariya Însanî" kirin. Di çarçoveya kampanyayê de li cihên navendî yên Îzmîrê her roj stand tên vekirin û alîkarî tên komkirin. Di nava alîkariyên tên berhevkirin de kevnikê girêdana zarokan, xwarina zarokan, xwarin, kinc û derman hene. Alîkariyên tên komkirin jî wê ji sînor re bên şandin.