Ji bo Kobanê li Qibrisê çalakî

Ji bo Kobanê li Qibrisê çalakî

Li paytexta Qibris Nîcosîa ji bo 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê çalakiyek hat lidarxistin.

Li paytexta Qibris Nîcosîa bi munasebeta 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê çalakiyek hat lidarxistin. Kurdên ku li Qibrisê de dijîn û li gel Qibrisiyan  rêxistinên civakî û parlamenterên Partiya Keskan jî beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de Parlamenter Yorgos Perdîkîs axaftinek kir.

Perdîkîs da xuyakirin ku îro gelên cîhanê ji bo xwedî  li Kobanê derkeve di nav çalakiyan de bûn û wiha got, “Kobanê ji bo gelê cîhanê têkoşîn dike.”

400 kes ber bi sînorê heremê ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin meşiyan