Ji bo Kobanê li Honduras çalakiya 1'ê Mijdarê
Ji bo Kobanê li Honduras çalakiya 1'ê Mijdarê
Ji bo Kobanê li Honduras çalakiya 1'ê Mijdarê
Li paytexta Honduras Tegucîgalpa li ber nûnertiya NY ji bo Kobanê ku çalakiyek hat organîzekirin, hat xwestin ku NY bi kantonên Rojava re bikeve nav pêwendiyan û ji bo di navbera her sê kantonan de korîdor bê vekirin bikeve nav hewldanan.
Li paytexta Honduras Tegucîgalpa li ber nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ji aliyê Komîteya Piştevaniyê ya Kurdistan-Latîn Amerîka û COPINH (Consejo Cívico de Organizaciones Populares e Indígenas de Honduras) ve heyeta Konseya Sivîl a Rêxistinên Gelên Xwecihî yên Hondurasî bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê xwepêşandanek hat lidarxistin. Ji ber nûnertiya NY 1’ê Mijdarê roja Şemiyê girtiye çalakî 31’ê Cotmehê li gor saeta herêmî 14.00’an hat lidarxistin.
Heyeta li ber avahiya NY kom bû nameya ji bo NY amade kiribû xwend. Di çalakiyê de pankart û dowîzên, “Bila qirkirina tê xwestin li Kobanê bê kirin tavilê were rawestandin”, “Ji bo alîkariyên însanî bila demldest korîdorên pêwîst bên vekirin, “Bijî Berxwedêrên Qehreman Jinên Kurd”, “Bijî Berxwedana Kobanê” ku hatin hilgirtin, nameya li ser navê heyeta Komîteya Piştevaniyê ya Kurdistan-Latîn Amerîka û COPINH pêşkeşî nûnertiya NY hat kirin. Di nameyê de hat xwestin ku Neteweyên Yekbûyî tavilê gavên berbiçav biavêje, komîsyeneke aktîf ava bike û bi kantonên Kobanê, Cizîrê û Efrînê re pêwendiyan pêş bixe. Heyetê xwest ji bo di navbera her sê kantonan de korîdorên bi ewle bên vekirin hewldanên pêwîst bên kirin.
Nûnerên NY ên Honduras ên name qebûl kirin, gotin ku daxwaz meşrû ne û wê demldest nameyê bigihênin Sekreteriya Giştî ya NY.