Ji bo Kobanê li Berlînê çalakiya nobetê destpê kir
Ji bo Kobanê li Berlînê çalakiya nobetê destpê kir
Ji bo Kobanê li Berlînê çalakiya nobetê destpê kir
Kurd û dostên wan ên li bakurê Elmanya dijîn li paytext Berlînê bi sernava “Xwedîderketina li berxwedana Kobanê, xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye” dest bi çalakiya nobetê kirin. Ji bo çalakiya nobetê ya wê şev jî bidome li Qada Brandenburger a Berlîn kon hatin vedan.
Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Elmanya (NAV-DEM) Kurd û dostên wan ên li bakurê welat dijîn ji bo piştgiriya berxwedana Kobanê îro li paytext Berlînê hatin gel hev. Kurdên ji Kassel, Hannover, Saksen, Hamburg, Bremen û Oldenburgê û gelek bajarên din hatin Berlînê wê tevayê du rojan ji bo Kobanê li ser piyan bin.
Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a girêdayî NAV-DEM’ê ku tevlî çalakiyê bûn wê du rojan çalakiya nobetê bidomînin. Çalakiya bi sernava “Xwedîderketina li Kobanê xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye” ku pêk hat, di roja yekem de girseyeke qerebalix tevlî bû. Hevseroka NAV-DEM’ê Yuksel Koç û Parlamentera Eyaleta Hamburgê Cansu Ozdemîr ku di çalakiyê de axivîn, bal kişandin ser berxwedana Kobanê û li raya giştî ya Kurd banga hestewariyê kirin.
Parlamenterên Eyaleta Berlîn Hakan Taş û Evrîm Sommer piştgirî dan çalakiyê. Ji kesên tevlî çalakiyê bûn heyetek ku hat çêkirin buroyên partiyên siyasî ziyaret kirin. Sibe heman tişt wê ji aliyê heyeteke din ve were kirin. Çalakvan wê sibe Nûnertiya NY û saziyên medyaya Elman ziyaret bikin.
‘BILA QEDEXEYA LI HEMBER PKK’Ê RABE’
Çalakvanan di serî de bêdengiya Elmanya û welatên Ewropa ya li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şermezar kirin, xwepêşandanên xwe li ber pankarta “Kobanê ne bi tenê ye” ya bi Elmanî nivîsandine pêk tînin. Di çalakiyê de hat xwestin qedexeya PKK’ê ya li Elmanya di meriyetê de ye bê rakirin û daxuyaniya NAV-DEM a berxwedana Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ vedibêje hat xwendin. Di daxuyaniyê de bal kişandin ser van xisûsan:
“Çeteyên DAIŞ ên dijminê mirovahiyê li pey hovîtî û komkujiyên xwe yên li ser Kurdistanê belavî her cihî dikin. Vê hovîtiyê sê sal in bi şêweyekî sîstematîk didomînin. Faşîzma AKP û Komara Tirkiyeyê yên hevalbendên çeteyên hov in û efendiyên wan bi çeteyan re li ser hin hevkariyên qirêj dîsa destkeftiyên gelê Kurdistanê hedef dikin. Ji ber vê yekê xwedîderketina li berxwedana Kobanê xwedîderketina li rûmeta mirovahiyê ye.”
Wê çalakiya nobetê heya seatên dereng ên sibehê bidome. Dîsa bi armanca piştgiriya berxwedana Kobanê 27’ê Îlonê saet 16.00’an li Qada Wîttenbergplatz a li navenda bajarê Berlîn meşek bê lidarxistin.