Ji bo Kobanê li ber televîzyona VRT’ê çalakiya rûniştinê
Ji bo Kobanê li ber televîzyona VRT’ê çalakiya rûniştinê
Ji bo Kobanê li ber televîzyona VRT’ê çalakiya rûniştinê
Kurdistaniyên li Ewropa yên ji bo xwedîderketina li berxwedana Kobanê û şermezarkirina êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê dest bi çalakiyên aktîf kirin, duh bi şev yek ji televîzyonên Belçîka yên navneteweyî ya bi Flamayî weşanê dike kanala VRT dagir kirin.
Endamên Kolektîfa Koçberên Belçîka (BGK) û Federasyona Komeleya Kurdan a Belçîka (FEK-BEL) saet 20.00’an de li ber televîzyona VRT hatin gel hev, nuqteya ewlehiyê derbas kirin û ketin di qada cihê televîzyon lê ye.
Destûr nehat dayîn çalakvan bikevin di beşa studyoyê, lewma li ber avahiya VRT’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Li vir ser hev dirûşmayên “Bijî berxwedana Kobanê”, “Bijî YPG, YPJ”, “DAIŞ terorîst, Tirkiye hevalbend e” û “Bijî piştgiriya navneteweyî” gotin.
Piştî hevdîtinên hatin kirin rayedarên VRT’ê ji bo di nûçeyên saet 22.00’an de biweşînin ropartaja bi çalakvanan û weşandina wê qebûl kirin.
Di roportaja hatin kirin de Kurdan bang li raya giştî ya Belçîka kir xwestin li hemberî êrîşên çeteyên DAIŞ ên ser Kobanê tavilê hestiyariya xwe ya însanî nîşan bikin. Piştî dosyayên têkildarî mijarê radestî rayedarên VRT’ê hatin kirin çalakî bi dawî bû.