Ji bo Kobanê li 4 navendên Awûstûrya wê meş bên lidarxistin
Ji bo Kobanê li 4 navendên Awûstûrya wê meş bên lidarxistin
Ji bo Kobanê li 4 navendên Awûstûrya wê meş bên lidarxistin
Li Awûstûrya di roja 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê wê li 4 navendan çalakî bên lidarxistin.
Li ser banga 230 kesayetên di nav wan de rewşenbîr, nivîskar û zanyarên bi nav û deng jî hene 1’ê Mijdarê wek Roja Cîhanê ya Kobanê hat îlankirin.
Di çarçoveya rojê de wê li gelek welatan meş bên lidarxistin.
Meşên ji bo Kobanê li Awûstûrya jî tên lidarxistin. Wê li paytexta Awûstûrya Viyana, Lînz, Graz û Salzburg jî meşên Kobanê bên lidarxistin.
Cih û saetên meşan wiha ne:
VIYANA
Stephansplatz saet:15:00’an wê mîtîng bê lidarxistin.
LÎNZ
Saet 15:00’an, li Lînz-Hauptbahnhof meş tê lidarxistin.
GRAZ
Saet 13:30’an li Grîesplatz meş tê lidarxistin.
SALZBURG
Saet 14:00’an li Resîndenzplatz meş tê lidarxistin.