Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin lêgerîna edaletê dewam dike

Xizmên windayan li Amed, Êlih û Îzmîrê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatin revandin û qetilkirin lêgerîna edaletê berdewam kirin.

Xizmên windayan

Çalakiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên Windayan a “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” di hefteya 789’emîn de berdewam kir. Di çalakiya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezanê hate lidarxistin de pankarta ku wêneyên windayan li ser bû hate vekirin û wêneyên windakiriyan hate hilgirtin. 
Xizmên windayan vê hefteyê aqûbeta Mîrza Ateş ê di 18'ê Adara 1994'an de li navçeya Pasûr a Amedê di bin çavan de hat windakirin pirsîn.
ÊLIH 
Li Êlihê jî Malbatên Windakiriyan û endamên Şaxa ÎHD’ê di hefteya 625’yemîn a çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistan kom bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hate vekirin. 
Di çalakiyê de rêveberên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Platforma Ked û Demokrasiyê, DEM Partî, DBP, OHD, Baroya Êlih û xizmên windayan amade bûn.
Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven ê di Nîsana 1998'an de li Êlihê hatibû windakirin hate pirsîn. Çîroka winda ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD'ê Sînan Îslam Gegîn ve hat xwendin.
ÎZMÎR
Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" ku her du hefte carekê li dar dixe, li ber Konak Eskî Sûmerbank li dar xist. Di çalakiya ku Dayikên Aştî û Hevserokê Giştî ya ESP’ê Şahîn Tûmûklû amade bûn de de pankarta “Kiryar û winda li ku ne” hatin vekirin. Hevserokê Giştî yê ESP’ê Şahîn Tûmûklû di daxuyaniya vê hefteyê ya 21'ê Adara 1995'an de çîroka Hasan Ocak ê ku piştî li Stenbolê hat qetilkirin hat xwendin, Daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê nûnerê ÎHD'ê yê Herêma Ege Zafer Încîn ve hat xwendin.