‘Ji bo jinên Êzidî divê hewldan bên destpêkirin’

‘Ji bo jinên Êzidî divê hewldan bên destpêkirin’

Bi pêşengiya Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF) li paytexta Îtalya Roma 11’ê Cotmehê konferansa bi dirûşmaya “Ji bo têkoşîna dijî Şerê Timî yê Sîstema Baviksalarî Israra di Azadiyê de” hat lidarxistin, encamnameya wê hat weşandin. Di encamnameyê de hat diyarkirin divê ji bo jinên Êzidî yên li Şengalê ji aliyê çeteyên DAIŞ ve hatin revandin hewldan bên destpêkirin.

Bi pêşengiya Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî (IFWF) bi tevlîbûna Nûnertiya Nevneteweyî ya Tevgera Jinên Kurd, Buroya Înformasyon a Kurdistan UIKI ONLUS û Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk li paytexta Îtalya Romayê di 11’ê Cotmehê bi dirûşma “Ji bo têkoşîna dijî Şerê Timî yê Sîstema Baviksalarî Israra di Azadiyê de” konferansek hat lidarxistin.

Di konferansê de rewşa jinên Êzidî li Şengalê, li Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ di gelek mijaran de nîqaş hatin kirin û hat xwestin li Kurdistanê qirkirina jinê bi dawî bibe. IFWF piştî konferansê belavokek weşand, banga li gelek welatên Ewropa bi sergotara “qirkirina jinê” konferans bên lidarxistin û got ku armanca wan çêkirina platformên têkoşîna hevbeşin.

‘YPJ TÊKOŞÎNA RÛMETÊ DIMEŞÎNE’

Di belavokê de hat diyarkirin di serî de paytexta Fransa Parîs li gelek navendan konferans hatine lidarxistin û hat diyarkirin ku herî dawî li paytexta Îtalya Roma hat lidarxistin. Di belavokê de hat diyarkirin DAIŞ li tevahiyê Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê pêşî li Şengalê, piştre li Kobanê li hemberî jinên Kurd, Ermenî, Ereb, Sûryanî-Asûrî û Tirkmenan êrîşên derveyî însaniyetê pêk anîne û hat diyarkirin ji bo rawestandina qirkirina jinên Kurd ên Êzidî bê rawestandin hinek biryarên berbiçav dane.”

HIN BIRYARÊN KONFERANSÊ

-Ji bo dîtina jinên Kurd ên Êzidî yên ji aliyê DAIŞ ve hatine revandin bên dîtin tevneke piştgiriyê çêkin, ev tevn li hemû deverên dinyayê xebatên xwe bimeşîne.

-Ji bo cihên Êzidiyan koç kirinê û agahiyên şênber ên têkildarî jinên Kurd ên Êzidî komîsyoneke lêkolînê bê çêkirin.

-Heyetek di nava wan de endamên Yekîtiya Hiqûqnasên Demokratîk ên di rêxistinkirina konferansê de cihê xwe girtine biçe Şengalê û lêkolînan pêk bîne.

-Jinên Kurd ên Êzidî yên mexdûrê qirkirina DAIŞ li gel jinên koçber ên li Rojava bûne mexdûrê êrîşên DAIŞ bi fermî serî li CEDAW bidin.

-“Qirkirina jin” a ji aliyê DAIŞ ve tê meşandin sûcekî  însaniyetê ye. Ji bo ev di hevpeymana navneteweyî de jî were pejirandin xebat û serlêdanên pêwîst bên kirin.

-Li ser vê bingehê silavkirina têkoşîna jinên YPJ’yî ên li hemberî êrîşên hovane yên sîstema zilamê serwer ên li Rojava û Kobanê biryarên di qada navneteweyî de ji aliyê derdorên jin ve xwedî lê derkeve hatine girtin.