Ji bo hunermend Milazimê Îsko Dasnî sersaxî hate xwestin

Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê ji bo hunermendê Kurd Milazimê Îsko Dasnî yê rehmet kir, peyamên sersaxiyê weşandin.

Hunermendê Kurd Milazimê Îsko Dasnî yê li Moskovaya Rûsyayê rehmet kir. Saziyên Kurdan ên li Rûsyayê ji bo hunermend Milazimê Îsko Dasnî peyamên sersaxiyê weşandin.

Di peyaman de hate diyarkirin ku Milazimê Îsko yê ku di sala 1955’an de li gundê Mîrak ê Aragaska Ermenistanê ji dayik bûye û ji bo zaroktî ve bala wî li ser amûrên muzîkê bû. Di peyamên sersaxiyê de hate gotin ku “Milazim di hemû jiyana xwe de bi welatparêziyê dihate naskirin û him wekî hunermend û him jî wekî welatparêzekî Kurd tevlî çalakiyan dibû.”

Di peyaman de ji bo gelê Kurd û malbata wî sersaxî hate xwestin.