‘Ji bo hêvî mezin bibin min gaveke biçûk avêt’

Girtiyên bi navê Erdem Aktî û Mustafa Turkan ku di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne gotin, ''Ji bo hêvî mezin bibin me gaveke biçûk avêt û niha jî di nav rêwiyan de cihê xwe em digirin''.

Girtiyên bi navê Erdem Akti û Mustafa Turkan ku li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê di çalakiya greva birçîbûnê de ne, ragihandin ku çi dibe bila bibe wê dawiya çalakiya wan bêhempa be û wiha hat gotin: “Ji bo hêvî mezin bibin, me gaveke biçûk be jî avêt û niha di nava rêwiyên vê rêyê de em cihê xwe digirin.”

Parlamenter û hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de ket çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger. Çalakiya Guven di roja 108’an de didome. Her wiha piştî Guven ji 16’ê Kanûnê ve li gelek girtîgehan, girtiyên ji doza PAJK û PKK’ê jî di greva birçîbûnê de ne. Girtiyên bi navê Erdem Akti û Mustafa Turkan ku ji 5’ê Çileyê ve li Girtîgeha Tîpa L a Kalkandereyê di grevê de ne, bi nameyekê qala armanca çalakiya xwe kirin.

Erdem Akti di sala 1985’an de li navçeya Şemzînanê ya Colemergê ji dayik dibe û 17 xwîşk û birayan wî hene. Aktî di sala 2009’an de dema teqîna Pirtûkfiroşgeha Ûmûtê çêdibe partiyê nas dike û tev li xebatên baskê cîwanan a Partiya Civaka Demokratîk (DTP) dibe. Di sala 2010’an de ji ber van xebatên xwe tê girtin û piştî ku 2 salan girtî dimîne tê berdan. Piştî berdana xwe careke din tev li xebatên partiyê dibe û 6 meh şûn ve careke din tê girtin û hê jî nehatiye berdan.

WÊ BERXWEDAN BI SER BIKEVE

Aktî di nameya xwe de diyar kiriye ku çalakiya greva birçîbûnê ya ku bi pêşengiya Leyla Guven hatiye destpêkirin, bûye behreke bêbinî û li hemû Kurdistan û cîhanê belav bûye û ev tişt aniye ziman: “Ez jî wek kes di nav vê berxwedana bêhempa de cih digirim. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku çi dibe bila bibe ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve û tecrîda li ser Rêber Apo parçe bike û faşîzmê birûxîne. Wê Kurdistana azad diyariyê şehîdên me, gelê me, hemû gelên bindest û berxwedêr bike.”

Akti di berdewamê de jî destnîşan kiriye ku ew bi ruhê berxwedêrên 14’ê Tîrmehê Kemal, Xeyrî, Elî û Akîfan ku ruhekî fedaiyane derxistin holê, li ber xwe didin û ev hest ragihandiye: “Em jî bi ruhê 14’ê Tîrmehê di vê pêngavê de ne. Canek û hezar can jî hebe em ê bikin berdêl û teqez bi ser bikevin. Herî dawî weke cangorî Çiyager digot ‘Çi dibe bila bibe dê dawî bêhempa be’, em jî dibêjin di vê oxirê de çi dibe bila bibe dawî dê bêhempa be.”

TENÊTIYEKE MITLEQ FERZ DIKIN

Mustafa Turkan jî di sala 1990’î de ji navçeya Farqîn a Amedê ji dayik bûye. Ji ber şert û mercên siyasî malbata wî koçî Stenbolê dike. Di nav malbateke welatparêz de ramanên azadîxwaz û berxwedêr nas dike. Di sala 2009’an de li gelek metropolên Tirkiyeyê û piştre jî li Kurdistanê tev li xebatên ciwanan dibe. Di sala 2011’an de tê girtin û 20 sal cezayê giran digire.

Turkan di destpêka nameya xwe de tecrîdê wek sûcê herî giran ê li ser mirovahiyê pênase kiriye û ev tişt gotine: “Bêdengiya li hemberî tecrîdê hevparî û qebûlkirina sûcê li ser mirovahiyê ye. Ev demeke dirêj e dixwazin pêwendiya Rojê ya bi gel û jiyanê re qut bikin. Tenêbûneke teqez ferz dikin û ji me re dibêjin hûn jî bipejirînin. Ji ber ku ev rewş demdirêj domiya, weke herkesî bi min re jî bû sedema nerihetiya sincî û wijdanî. Ji bo ku ew perdeya tarî ya ku dixwazin li ser dilê me binixumînin, biçirînim û nêzî Rojê bibim, min biryar da ku di nava vê grevê birçîbûnê de cih bigirim.”

BÛYE PARÇEYEKE ALAV

Turkan daye zanîn ku tecrîd êrîşa li ser hêviyên gelan e û peywira şoreşgerekî jî mezinkirina hêviyên di dilê gelan de ye û nameya xwe wiha bi dawî kiriye: “Ji bo hêvî mezin bibin, min gaveke biçûk be jî avêt û niha di nava rêwiyên vê rêyê de cih digirim. Çawa ku Mazlûman di serdema herî tarî de bi darikê niftikekî agir vêxist û ew agir bû behra agir, min jî xwest ku di nava wê behra agir de bibim parçeyek alav. Rêyeke ku çaran ji me re vekiriye heye. Di vê rêyê de bi me dan zanîn ku azadî bêberdel nabe.”