Ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan serlêdan hate kirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî serlêdan kirin. 15 meh in parêzer nikarin muwekîlên xwe bibînin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteyê de du caran serî li saziyan didin. Daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tên hiştin.

Carinan piştî mehan hincet tê nîşandan ku cezayê hevdîtinê li muwekîlan hatine birîn.

Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê derbarê Abdullah Ocalan û girtiyên din, di 31’ê Gulanê de cezayê dîsîplînê yê 3 mehan da. Ev agahî di 26’ê Hezîranê de derket holê. Parêzeran diyar kirin ku dema ceza li muwekîlên wan tên birîn ew nayên agahdarkirin û nerazîbûn nîşan dan ku ev ‘bêhiqûqî’ ye.