'Ji bo hesab ji Erdogan bê pirsîn, em qeyda xwe çêbikin'
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz bang li Kurdistanî û hêzên demokratîk ên li Ewropayê kir ku tavilê qeyda xwe ya hilbijêriyê çêbikin.
Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz bang li Kurdistanî û hêzên demokratîk ên li Ewropayê kir ku tavilê qeyda xwe ya hilbijêriyê çêbikin.
Ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê dema qeydkirina dengdêran li Ewropayê dewam dike. HDP bi rêya komîsyonên ku li Ewropayê ava kiriye, qeyda dengdêrên ku qeyda xwe çênekirine çêdike. Parlamenterê Şirnexê yê HDP'yî Faysal Sariyildiz bi bîra hêzên demokratîk ên li Ewrpoayê xist ku ji bo dengdanê divê qeyd bê kirin û got, "Ji bo hesab ji Erdogan û faşîzmê bê pirsîn divê em qeyda xwe çêbikin."
'EM HESAB JI ERDOGAN Û FAŞÎZMÊ BIPIRSIN'
Sariyildiz destnîşan kir ku 24'ê Hezîranê ji bo hêzên demokrasiyê firsendeke dîrokî ye û wiha dewam kir: "Biryara hilbijartina pêşwext ku lîderê tifaqa faşîst Erdogan di nava panîkê de girt, ji bo me firsendeke dîrokî afirandiye. Ji ber ku dengê me bilind e, hêrsa me mezin e. Divê em vê yekê di dengdanê de jî nîşan bidin. Lewma gelekî girîng e ku gelê me, bi taybetî gelê me yê li Ewropayê bi xurtî û zanebûn vê pêvajoyê pêşwazî bike. Krîza sîstemê ku di şexsê Erdogan de bûye faşîst, giran e. Faşîzm sîstemeke civakî nîne, faşîzm nexweşiyek e. Nexweşiya desthilatdariyê ye. Sîstemeke ku timî xwe ji krîz, komkujî û hovîtiyê xwedî dike. Ji bo em rûyê hê qirêj ê faşîzmê nebînin, niha firsendeke dîrokî ketiye destê me.
Di şexsê Erdogan de em dikarin faşîzmê qels bikin. Çûyîna Erdogan wê bibe destpêk. Ev sîstema faşîst ya wê bi temamî Tirkiyeyê bixe nava felaketekê, ya jî wê ji holê rabe û ev ê bibe destpêk. Li Kurdistan û Tirkiyeyê wê her kes bi çand, reng û zimanê xwe bi awayekî azad bijîn. Ji ber vê yekê ev yek demeke dîrokî ye. Divê bê bikaranîn. Ev 40 sal in em li ber xwe didin, me berdêlên gelekî giran dan. Em dikarin vê bi ser bixînin. Ji her demê bêhtir derfetên me hene. Ya girîng e ew ku em karibin van derfetan bi kar bînin."
'DENGEK DIKARE GELEK TIŞTAN BIGUHERÎNE'
Parlamenterê HDP'yî bang li Kurdistaniyan û hêzên demokratîk ên li Ewropayê kir: "3 milyon dengdêr li Ewropayê hene. Di hilbijartina bihurî de kêm kesan dengê xwe dabûn. Divê ev hejmar bê zêdekirin. Ji ber ku em dikarin encama hilbijartinê diyar bikin. Di hilbijartina bihurî de li hin bajaran me bi 30-40 dengan wekîl winda kir ya jî qezenç kir. Lewma dengekî bi tenê jî dikare gelek tiştan biguherîne. Yanî bi dengekî em dikarin Erdogan têk bibin, bi dengekî em dikarin wekîlên xwe hilbijêrin û bi dengekî em dikarin ji bendê derbas bibin. Ji ber vê yekê divê her kes dengê xwe bide. Ji bo qeydkirinê 3 roj mane. Her kes dikare qeyda xwe kontrol bike û yê qeyda wan nîne dikare qeyda xwe çêbike. Ji ber vê yekê divê bi lezgînî qeyd bê kontrolkirin. Ev ne karekî zehmet e, çend saetan mirov dikare biqedîne."