Çalakî wê 13'ê Nîsanê roja Pêncşemê saet di 13:00 de li ber avahiya CPT pêk were. Ji başûrê Elmanyayê, ji Swîsre û Fransayê wê Kurdistanî û dostên wan tevlî çalakiyê bibin.
Çalakî ji aliyê Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), Ciwanên Azad, Navenda Civaka Demokratîk, Saziya Malbatên Şehîdan û gelek saziyên ve tê organîzekirin.
Nûnera TJK-E li ser mijarê ji ANF'ê re axivî û diyar kir, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan wan bangek li CPT kirin û ji bo vê bangê bersiva 'agahiya me jê nîne' hatiye dayîn.
Nûnera TJK-E bal kişand ser girîngiya çalakiyê û destnîşan kir, divê girtî bi tenê neyên hiştin.
Nûnera TJK-E, çalakiyên bi heman armancê li gelek welatên Ewropayê werin lidarxistinbibîr xist û ji bo çalakiya li ber avahiya CPT û çalakiyên din banga tevlîbûnê kir.