Ji bo grevên birçîbûnê li Montpellîerê çalakî hate lidarxistin

Ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem-bêdorveger ên li girtîgehên Tirkiyeyê, Kurdistaniyan li bajarê Montpellîer ê Fransayê meş û mîtîngek lidar xistin.

Kurdistanî li ser banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Parka Peyroû Pîtotê li hev civiyan û heta meydana Comedîe ya li navenda bajêr meşiyan. Di dema meşê de belavokên bi zimanê Fransî hatin belavkirin.

Çalakgerên gihîştin meydana Comedîe, ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê deqeyek rêz girtin. Hevserokê NCDK-Montpellîerê Cevat Guneş li vir axivî û got, "Berxwedana li zindanan ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo tê kirin. Berxwedêran bedena xwe danîne holê. Pêwîste em her roj çalakiyan lidar bixin, bibin dengê berxwedêrên zindanan. Naxwe sibe dibe ku dereng bibe. Em, berxwedêrên ku 54 roj in di grevê de ne silav dikin. Û bang dikin ku daxwazên berxwedêrên li zindanan bi cih werin anîn."

Guneş bibîr xist, ji bo dengdana li Ewropayê jî îro roja dawî ye û got, "Dengê xwe bidin. Îro roja dawî ye. Pêşîgirtina li faşîzma AKP'ê bi vê dengdanê dibe."

Mîtîng piştî axaftinan qediya.