Ji bo girtiyên nexweş ‘gotin’ pir e lê pêkanîn tine!

Ji bo girtiyên nexweş ‘gotin’ pir e lê pêkanîn tine!

Di destpêka pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de heta niha esaseke girîng jî rewşa girtiyên nexweş ên girtîgehê de bûn. Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan ji 500’î zêdetir girtiyên nexweş di girtîgehê de ne û di nava du salan de tenê 12 kes hatine tahliyekirin û ji 10’an zêdetir jî jiyana xwe ji dest dane. Seroka Giştî ya TUHAD-FED’ê Zubeyde Teker ku di heyeta Aqilmendan de cih digire, di hevditinên ku bi hikûmetê re kirine de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û wiha got: “Hikûmet di mijara girtiyên nexweş de di nava nêzîkatiyek bi şantaj de ye. Gotinan wateya xwe winda kir. Ger çareseriyek samîmî tê xwestin ku divê demildest ji bo girtiyên nexweş gav bên avêtin.

Pêvajoya ku du sal li pey xwe hişt li ser navê çareseriyê ti tiştek nayê kirin. Pêvajoya ku bê navber di raya giştî de tê nîqaşkirin, ji roja ku nîqaşan destpê kiriye heta îro mijara girtiyên nexweş û azadiya girtiyên siyasî mijara gotinê bû. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji destpêka pêvajoyê heta niha li ser ‘nikare bibe mijara bazarê ya siyasî, ev rewşek mirovahiye’ sekinî.  Lê ev du sale di alî hikûmetê de di daxuyaniyên ku cuda cuda hatin dayîn de der barê vê mijarê de pêngavên bi bawer nehatin avêtin.

Cigirê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç beriya hilbijartinên 30’ê Adarê gotibû: “Piştî hilbijartinê em ê ji bo 40-50 girtiyên nexweş sererastkirinê bikin.” Çend hefte berê heyeta Îmraliyê ya HDP’ê der barê rewşê de bi Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag re hevdîtin kir û Bozdag gotibû ‘wê sererastkirinê bikin.'

Di çarçoveya pêvajoya çareseriyê de li gorî daneyên TUHAD-FED’ê ev du sale 12 girtî hatine berdan.  Ji girtiyên ku nehatin tahliyekirin Yaşar Dere, Celal Kiliçaslan, Celal Bînînî, Şeyhmus Yetej, Alî Çakici, Seyîthan Taşkiran, Çagdaş Akteşe, Aram Akyuz, Îrfan Eskî bag û her wiha Ramazan Ozalp û Osman Akan ku hatin sînorê mirinê û hatin tahliyekirin, jiyana xwe ji dest dan.

JIYANA MIROVAN LI HEJMARAN NAYÊ SÎNORKIRIN

Li gorî rapora ÎHD’ê ya ku meha Cotmehê de  hejmara girtiyên nexweş 578 in. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî di sala 2013’an de li girtigehên Tirkiyeyê 316 kesî jiyana xwe ji dest daye. Rastiya trajîk girtîgehan jî ev e ku ji sala 2006’an de mirina girtiyên nexweş zêde bûne.

Di sala 2005’an de 59 kes, di 2006’an de 157 kes mirine. Di 2007’an de 176, di 2008’an de 211, di 2009’an de 287, di 2010’an de 307, di 2011’an de 321, di 2012’an de  346 û di 2013’an de jî 316 kesî jiyana xwe ji dest daye.

HIKÛMET BI ŞANTAJ NÊZ DIBE

Zubeyde Teker di meseleya girtiyên nexweş de ji destpêka pêvajoyê yekser cih girtiye û di heman demê de di heyeta Aqilmendan de jî aktîf rol lîstiye. Teker bi lêv kir ku hikûmet di nava nêzîkatiyeke bi şantaj de ye û got: “Ev nêzîkatî di aliyê polîtîk exlaqî de û wijdanî de nayê vegotin. Dema pêvajoyê destpê kir, yekemîn rojeva serokatiyê rewşa girtiyên nexweş bû. Gel û hevalên serokatiyê bûn.  Daxwaz kiribû ku ew demildest bên berdan. Li gorî lîsteya destê me de 12 kes hatine berdan. Ji bilî vê 20 hevalên me di sînorê mirinê de ne. 30-40 kes jî giran, 15-20 jî hewcedariya wan bi alîkariya kesekî din heye. Hejmara bi me re nêzî 100’ye. Li gorî rapora ÎHD’ê ji 500’î zêdetir e.

DIVÊ HEMÛ GIRTÎ BÊN BERDAN

Teker bi lêv kir ku li gorî geşedanên dawî divê 20 girtiyên din jî bihatana tahliyekirin û got: “Bendewariya me ev e ku hikûmet vê wek amûra şantajê nebîne. Bila girtiyên li sînorê mirinê berde û yên giran jî derman bike. Yên hewcedariyên wan yên jiyanê hene berdin. Divê hemû girtî bên berdan. Şert û mercên wan bên başkirin. Divê li gorî wê sererastkirin bên kirin.

WÊ HIKÛMET BERPIRS BE 

Hikûmet pir zêde pragmatîk nêz dibe. Hikûmet dema nêz dibe divê rîskê bibîne. Ti geşedanên Tirkiyeyê ji Rojhilata Navîn serbixwetir nikare bê destgirtin. Ger ev pêvajo berdewam bike, armanc qezenckirina hilbijartinê be wê piştî hilbijartinê rewşa bi rêvebirine welat jî hebe. Dibe ku li holê welat nemîne.  Projeya serokatiya me ya di vê nuqteyê de ve ku Rojhilata Navîn venegere deryaya xwînê. Ger ev neyê fêmkirin wê welat parçe bibe. Ev ne daxwaza tevgera gelê Kurd e. Li vir berpirs hikûmet e.

Teker da zanîn ku divê hikûmet bi samîmiyet gavan bavêje û wiha berdewam kir: “Bi rastî jî mijûlkirinek heye. Kurdan bi awayekî cidî sebir kir. Ev sebir û niyeta baş dikare ji kontrolê derkeve. Ji ber vê divê hikûmet nêzîkatiya xwe zelal bike û gavan bavêje.

Em li girtîgehan lêkolînan dikin. Li Osmaniye, Kurkçuler, Sîncan û Kiriklarê pirsgirêk dertên. Rewşa girîgehan ne baş e. Hê binpêkirinên mafan tên jiyîn. Êrîşên fizîkî û gotinan pêk tê.”